Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

Gernîndeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di salvegera 15’emîn a qetilkirina xwe de li ber avahiya Sebatê ya li Şîşliyê hat bibîranîn.

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya 2007’an de li ber avahiya Sebatê ya li navçeya Şîşliyê yanî li ber cihê rojnameyê hatibû qetilkirin. Dînk di salvegera 15’emîn a qetilkirina xwe de ji aliyê malbat, hezkirî, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, parêzvanên mafê mirovan û girseyek qelebalix ve hat bibîranîn. Bîranîna îsal bi dirûşma “15 salên kêm” pêk hat. Dovîzên “Ji bo Hrant ji bo dadê” hatin hildan û qerenfîl û findên sor hatin danîn.

Di bîranînê de dirûşm hatin berzkirin û hat gotin, “em hemû Hrant in.”

‘WÊ KUJER HESAB BIDIN’

Hevjîna Dînk, Rakel Dînk qerenfîl danî cihê ku hevjînê wê hat qetilkirin. Ji bo Dînk rêz hat girtin. Dîsa dirûşm hatin berzkirin û hat gotin, “Wê kujer hesab bidin.”

‘WÊ DIJMIN KÊFXWEŞ NEBIN’

Rakel Dînk di bîranînê de axivî û xemgîn bû û hêsiran barand. Di vê kêliyê de bi hezaran kes bi yek dengî dirûşma “Em hemû Hrant in em hemû Ermen in” berz kirin. Rakel Dînk destnîşank ir ku ew ê dijminên xwe kêfxweş neke.

‘WÊ EV KRAL JÎ HILWEŞIN’

Dînk bi bîr xist ku di ser kuştina Hrant re 15 sal derbas bûn û got: “15 salên kêm. Vê dinyayê çi zordestan û zilman dît. Roj hat hemû hilweşiyan. Dem û dewran guherîn, ne sultan ne padîşah û ne jî kral sekinîn û hilweşiyan. Wê dîsa hilweşin. Lê bila Hrant baş dizanibe ku wê dengê te di guhê me de olan bide û bibe soza xwedî derketina ked û têkoşîna te.”

Piştî axaftina Rakel Dînk bi berzkirina dirûşman bîranîn bi dawî bû.