HPG: Li Colemêrgê 3 leşker û 2 kontra hatin kuştin

Gerîlayan li Colemêrgê li dijî dagirkeran rêzeçalakî lidarxist. HPG’ê got di çalakiyan de qasî hate testpîtkirin 3 leşkerên Tirk û 2 kontra hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlyayên HPG/YJA-Star’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Colemêrgê de 2 leşker û kontra hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyên bi bandor lidarxistin. Di vê çarçoveyê de

LI ÇELÊ 3 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me roja 14’ê Hezîranê saet 04:30’an baregeh û alavên leşkerî yên dijmin yên li girê Devê Masî yê navçeya Çelê ya Colemêrgê rûxand. Piştî vê çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker li herêmê opersyon da destpê kirin û ber bi gir ve bipêşveçûn. Hêzên me heman rojê li dijî yekîneya operasonê rêzeçalakî lidarxist. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên hewan û obusan bêserûber herêm bombe kir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi silametî vegeriya baregeha xwe.

DI ÇALAKIYA HÊZÊN YJA-STARÊ DE 2 KONTRA HATIN KUŞTIN

Hêzên me yên YJA-STAR’ê roja 9’ê Hezîranê li dijî wesayîta yekîneyên kontra ku di rêya di navbera tepê prastin û qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê ve bipêşve diçûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker kuştina van herdu kontrayan weke ku 2 sivîl ên ku li înşata qereqolê  kar dikin, bi raya giştî re parve kir. Ev şexsên he beriya niha bi dehan car ji aliyê hêzên me ve ji ber hevkariya bi dijmin re hatin hişyarkirin. Tevî hemû hişyarin ev kesên ku bi dijmin re kar dikirin li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dijminahiyekî aktîv kirin. Di çarçoveya şerê taybet de divê gelê me li dijî van nûçeyên derew yên dewleta TC’ê ya dagirker hê bêhtir baldar be.

LI LICÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 7’ê Hezîranê saet 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Lîcok yê navçeya Lice ya Amedê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku bi balafirên keşfê û yekîneyên veşartî operasyon kir roja 8’ê Hezîranê saet 01:25’an balafirên şer bombe li herêmê barand. Di vê bombeberanê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên şehîdan wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI QENDÎLÊ BARAND

Roja 15’ê Hezîranê  navbera saet 22:00-23:0’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya daigrker derdora gundê Enzê yê herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di bombebaranê de tu windahiya hêzên me çênebûn, zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl."