HPG: Li Colemêrg û Agiriyê bi giştî 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku li Colemêrg û Agiriyê bi giştî 10 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan û Geverê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê çalakî li dar xistine.

JI 2 MILAN VE LI GIR DAN

Di 22’ê Tebaxê saet di 17.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li Girê Kurê Mizgeftê ya qada Gostê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 2 milan ve li dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin.

LI GEVERÊ WESAYÎTA REO ÎMHA BÛ: 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di 22’ê Tebaxê saet di 07.30’an de li dijî wesayîta Reo ya artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya ku ji tabûra Wargenima ya Geverê leşker dibir Girê parastinê yê tabûrê çalakiyek li dar xistine. Wesayît bi temamî îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi helîkopterên Skorskyê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye û li qada gundê Kendalokê operasyonek daye destpêkirin. Piştî 2 saetan operasyona bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

LI BAZÎDÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ YEKÎNEYA OPERASYONÊ: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 22’ê Tebaxê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li qada Kirê Halac a Bazîdê ya bi ser Agiriyê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke vê operasyonê xistine bin kontrola xwe û di saet 19.00’an de li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Operasyona hêzên dijmin a li qadê, hê jî didome.

JI BER BOMBERDÛMANÊ AGIR BI HEFTANÎNÊ KET Û ŞEWAT DIDOME

Di 22’ê Tebaxê saet di 23.30’an de qereqola Serbendê ya artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li ser xeta sînor a Heftanînê ya Qilabanê ya Şirnexê qada Heftanînê bi obus û hawanan bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye û şewat hê jî didome.