HPG: Em şehîdên xwe bi minet û rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê li ser şehadeta Çetîn Sîverek û Agît Serhat daxuyanî da û diyar kir, "Em şehîdên xwe bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo bîranîna şehîdên xwe em ê doza xwe ya azadiya Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser Fermandarê Herêma Dersimê Çetîn Sîverek ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê bû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di saziyên çapemeniyê de hate weşandin ku cenazeyê endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê û Konseya Leşkerî ya HPG'ê Fermandarê Herêma Dersimê hevrêyê me Çetîn Sîverek hatiye veşartin û serdanên sersaxiyê hatine kirin. Em ji malbata hevalê xwe Çetîn, xizmên wî û gelê Sêweregê re sersaxiyê dixwazin. Heval Çetîn ku ji nava malbateke welatparêz tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, di vê meşa pîroz de mîna gelek hevrêyan xizmên xwe û herî dawî sala 2017'an kurê xwe Şahan Ronî ku gerîlayekî azadiya Kurdistanê bû şehîd da. Fermandarê me yê leheng hevrê Çetîn di nava 25 salên têkoşîna xwe de ya li çiyayên Kurdistanê li ber hemû zor û zehmetiyan rabû û li gelek herêman bi rola pêşengiyê rabû. Hevrê Çetîn hevalekî me ye ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de destanên lehengiyê afirandiye. Em hevrê Çetîn ku lehengekî têkoşîna me ye bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wî û gelê Sêweregê re sersaxiyê dixwazin.

SERSAXÎ JI BO MALBATA KARABAKAN

Di dema serdanên sersaxiyê yên hevalê me Agît Serhat de ku me berî çend rojan şehadeta wî ragihand, apê hevrê Agît siyasetmedar û kedkarekî demokratîk ê Kurdistanê û welatparêzê hêja M. Saît Karabakan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Em sersaxiyê ji malbata Karabakan û gelê Qereyaziyê re dixwazin ku hem taziyeya hevrêyê me Agît Serhat hem jî ya M. Saît Karabakan pêşwazî dikin.

Em şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi wan re dilsoz bin û doza xwe ya azadiya Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin."