HPG: Em şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 4 gerîlayên 7'ê Tebaxê li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, " li qada Ermûşê dijmin têk birin, ruhê berxwedanê li dîrokê nivîsandin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 8'ê Tebaxê de me ragihandibûn ku li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, sibeha 7'ê Tebaxê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên hewl didan ber bi qada Ermûşê ve bi pêş ve biçin, hêzên me berxwedaneke mezin nîşan dan. Di encama vê berxwedanê de 9 leşkerên dijmin hatin kuştin û 4 hevalên me yên bi lehengî li dijî leşkerên dijmin şer kirin û derbên giran li dijmin dan gihîştin şehadetê. Hevrêyên me yên di berxwedana Ermûşê de gihîştin şehadetê wiha ne:

Nasnav: Alîşer Rembo

Nav paşnav: Neccdet Onder

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Lalî-Şemsettîn

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Madora Ararat

Nav paşnav: Şîrvan Oran

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Yildiz-Şakîr

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Rûbar Hebûn

Nav paşnav: Rênas Mûhammed Emîn

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Nerîman-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Sozda Kerboran

Nav paşnav: Esra Arslan

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Rasîme-Necmettîn

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2019'an / Xakurkê

Hevrêyên me Alîşer, Madora, Rûbar û Sozda li Xakurkê ji 27'ê Gulanê ve li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta TC a faşîst bi rengekî xurt li ber xwe dan û her bihosta xaka Kurdistanê li dijî mêtingeran bi ruhê fedayî yê Apoyî parastin. Hevrêyên me li dijî êrîşa dagirkeriyê ku bi desteka teknîkî ya giran a 24 saetan dom kir bi îradeyeke qewîn li ber xwe dan, li qada Ermûşê dijmin têk birin, ruhê berxwedanê li dîrokê nivîsandin. Hevrêyên me heta fîşekên xwe yên dawî li dijî dijmin şer kirin, nehiştin ku dijmin li qadê bi pêş biçin û di şopa Egîd û Zîlanan de bûn sembola berxwedanê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soz didin ku em ê ala wan a têkoşînê bi ser bixînin û bîranînên wan bidin jiyîn."