HPG: Em şehîdên Wanê bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 2 gerîlayên li Wanê di şer de şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 10'ê Cotmehê de li qada gundê Tuzekê yê navçeya Payîzava ya Wanê di operasyonekê de sibeha 11'ê Cotmehê şer qewimî û du hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Argeş Çiya

Nav paşnav: Firat Bozkûrt

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Ayşe-Şabettîn

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Cotmeha 2019'an / Wan

Nasnav: Welat Cîlo

Nav paşnav: Cîger Akdogan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Sabîha-Azîz

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Cotmeha 2019'an / Wan

Hevrêyên me Argeş û Welat li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û rastiya dijmin ji nêz ve dîtin. Piştî ku tevlî bûn di pratîka gerîla de di demeke kurt de şareza bûn û li qadên herî germ ên şer li ber xwe dan. Li dijî polîtîkayên teslîmiyetê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li gelê Kurd ferz dike hevalên me li ber xwe dan û ji bo azadiya gelê me kevneşopiyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Argeş û Welat ên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku li ser bingeha kevneşopiya berxwedanê ya şehîdan em ê heta azadiya gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin."