HPG: Em hevrêya xwe Axîn Feraşîn bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê gerîla Gulîzar Gur (Axîn Feraşîn) bi bîr anî, ku sala 2016'an di êrişeke hewayî de şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevala me Axîn milîtaneke Apoyî ya bi mînak bû ku cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayeke ku sala 2016'an şehîd bû eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Hevrêya me Axîn Feraşîn 24'ê Mijdara 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû.

Hevrêya me Axîn li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi dilsoziya xurt a eşîra wê Gewda ya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, bi hest û çanda welatparêziyê mezin bû. Hîn di temenê zarokatiyê de têkoşîn nas kir. Ji ber ku ji malbata wê gelek tevlîbûn çêbû û şehîd hene, her wiha ji ber ku gundê wan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hate şewitandin, rûyê rast ê dijmin zû dît û hîn di temenê ciwantiyê de kete nava lêgerîna têkoşînê. Dilsoziya xwe ya bi şehîdên şoreşê re ku nirxê herî pîroz ê gelê Kurdistanê ye, hezkirina wê ya çiyayên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê kir ku tevlî nava refên partiyê bibe.

Bi dilê xwe yê bi hezkirina çiyê ji bo azadiyê lê dida, zû hînî jiyana gerîla bû û bi çiyê re bû yek. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê, bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi rûkenî, hestên xwe yên pak û paqij li her cihê ku lê dima bû çavkaniya moralê, hêz da hevrêyên xwe. Hevrêya me Axîn di nava jiyanê de bi kedkarî, fedakarî, dilnizmî û taybetmendiyên xwe yên çalak dihate naskirin. Ji aliyê îdeolojîk ve girîngî da perwerdeya xwe. Tevî ku hîn gelekî ciwan bû, bi çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî, bi îdeolojiya Apoyî xurtir kir û di pîvanên azadiyê yên xweafirandinê de şareza bû, bû milîtaneke YJA Starê ku gav bi gav xwe gihand kesayetiya jina Kurd a azad. Timî dixwest li Bakurê Kurdistanê, li zozanên Feraşînê gerîlatiyê bike, xwe ji bo vê armancê perwerde kir û ji aliyê leşkerî ve xwe şareza kir. Ji bo di rê û rêbazên gerîla de bibe pispor gelekî hewl da. Hevala me Axîn ku bi qasî xeyalên xwe mezin, bi qasî hestên xwe bilind, bi qasî bawerî û îradeya xwe xwedî sekneke xurt bû, bû milîtaneke Apoyî ya bi mîna ku cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Heta kêliya şehadetê ji vê sekna xwe tawîz neda, jiyana gerîla bi eşq û moraleke mezin jiya. Hevrêya me Axîn bi tevlîbûna xwe ya bi moral, bi sekna xwe ya bi mînak û dilxwaziya xwe ya azadiyê, wê timî ji bo hevrêyên xwe mîna rêberekê bimîne, di rêya pêkanîna armanc û xeyalên xwe de wê timî hêzê bide. Ciwan û jinên Kurdistanê wê bi hezaran Axînan ji nava xwe derxînin û bi vî rengî xwedî li bîranîna wê derkevin.

Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêya me Axîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin ku tola hevrêya xwe Axîn hilînin û têkoşîna wê mezin bikin."

Nasnav: Axîn Feraşîn
Nav paşnav: Gulîzar Gur
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nezahat-Saît
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê