HPG: Em hevrê Rizgar Gever bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê Muslum Firtina (Rizgar Gever) ê 1'ê Mijdarê li Cûdiyê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser şehadeta Muslum Firtina ku 1'ê Mijdarê li Cûdî şehîd bû daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye: "Têkoşîna me ya li dijî dewleta TC a faşîst û mêtinger tê kirin derbasî qonaxeke nû bûye. Li dijî êrîşên topyekûn ên faşîzma AKP-MHP'ê ya qirker-kujer, gel û tevgera me ketine nava pêvajoyeke topyekûn a berxwedanê. Ev pêvajoya nû ku ji aliyê dîrokî ve wateyeke xwe ya mezin heye, bi berdêlên mezin tê kirin. Ewladên herî leheng û fedakar ên gelê me di oxira doza azadiyê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî hêzên artêşa Tirk a faşîst şer dikin û dem tê bi lehengî digihêjin asta şehadetê.

Bêguman herî zêde bi saya şehîdên me yên leheng têkoşîna azadiyê ya gelê me gihîştiye asta serketinê. PKK bi saya fedakarî û keda mezin a bi hezaran şehîdên leheng gihîştiye asta rûmeta partîbûnê û êrîşên dijmin çiqasî mezin dibin bila bibin, têk biriye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi moral û hêza îdeolojîk a mezin a ji PKK'ê û Rêbertî werdigirin, berdêlên mezin didin û ji bo gelê me bi serbilindî û bi rûmet bijî bi rengekî serketî bi erk û wezîfeya xwe radibin. Ji ber vê yekê dîroka têkoşîna PKK'ê di heman demê de dîroka lehengiyê ya gelê me û ewladên wê yên leheng e.

HER TIM LI REFÊN HERÎ PÊŞ BÛ

Hevalê me Rizgar hevalekî me yê leheng bû ku di emrê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji roja ku tevlî têkoşîna azadiyê bû û heta roja dawî ya şehadetê, di çarçoveya pêwîstiyên têkoşîna me de li gelek qadên şer bi rengekî serketî kar kir. Ji Zagrosan heta Amedê û Botanê li gelek herêman bi erk û wezîfeyê rabû û bi îradeya xwe ya şoreşgerî heq ji hemû zor û zehmetiyan derket. Hevalê me Rizgar bi keda xwe ya mezin fermandarekî hêja bû ku cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Bi taybetmendiyên xwe yên durust, fedakar, sade û dînemêr bi erka xwe rabû û wezîfeyên xwe yên şoreşê bi coş û kelecaneke mezin bi cih anî. Hemû hevrêyên wî jê hez dikirin û dixwestin pê re bixebite. Dilê wî bi hezkirin û edaletê dagirtî bû. Hevrê Rizgar li dijî dijminê ku dixwaze gelê me bike kole bi kîn û nefret bû û ev hêrsa xwe bi hişmendiya şoreşgerî xurt kir û bû xwedî kesayeteke xurt a têkoşînê. Şert û merc çi dibe bila bibe ji bo li dijî dijmin şer bike her tim li refên herî pêş cih girt, ji bo jiyana bi rûmet û azad xwe feda kir û berê xwe da şehadetê.

'EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ BI SER BIXÎNIN'

Em ê feakariyên mezin ên hevalê xwe Rizgar ti carî ji bîr nekin, xwedî li bîranînên wî derkevin û têkoşîna wî bi ser bixînin. Bi vî rengî wê her hebe. Bila serê malbata welatparêz a hêja ya hevalê me Rizgar, gelê me yê Geverê û temamiya gelê Kurdistanê sax be."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê şehîd bû wiha ye:

Nasnav: Rizgar Gever
Nav paşnav: Muslum Firtina
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gule-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex