HPG’ê têkildarî îlanên şehîdan sererastkirinek weşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî hin gerîllayên ku di demên cihê de şehîd hatibûn îlankirin, sererastkirinek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku di salên 2016-2017’an ên şerê berxwedana mezin de, ji ber bêderfetî û dijwariya ragihandinê  ev daxuyanî bi derengî ketiye û destnîşan kir, “Di encama van pêşveçûnan de têkildarî aqûbeta hin hevalan te tevlihevî çêbûne. Ji ber vê şaşî û tevliheviyê di serî de ji malbatên bi qîmet ên hevalên me û em ji gelê xwe lêborîna xwe dixwazin. Kitekitên sererastkirinê wisa ne:

Hevalê me Çekdar Ronî (Îsmaîl Candemîr) ê ku me ew di operasyona Tetwanê ya Bedlîsê ya di 21’ê Gulanê de şehîd îlan kiribû şehîd neketiye, hevalê me Çekdar Ciwan (Îlyas Çelebî) şehîd bûye.

Nasnav: Çekdar Ciwan
Nav û Paşnav: Îlyas Çelebî
Cihê Jidayîkbûnê: Stenbol
Navê Dê û Bav: Rûkiye-Abdulmecît
Dîrok û Cihê Şehadetê: 21’ê Adarê 2017, Bedlîs

Hevalê me Sînan Rojhilat (Bişar Alganî) yê ku me îlan kiribû ew di 27’ê Adarê de li Korxolê ya Çewligê şehîd bûye, dijmin ew bi birîndarî dîl girtiye û hevalê me hatiye girtin.

Hevala me Axîn (Leyla Guneş) a ku me îlan kiribû ew di 27’ê Nîsanê de li Alîbogazî ya Dêrsimê şehîd bûye, di rastiya xwe de bi awayekî birîndar dijmin ew êsir girtiye.

Hevalê me Rohat Welat (Şûayîp Demîrel) ji ber şaşiyekê me ew şehîd îlan kiribû. Ev hevalê me şehîd nebûye, li ser peywira xwe ye.

Di navbera 4-20’ê Adarê de artêşa Tirk li qada Şehîd Serxwebûn a Licê ya bi ser Amedê û qada Şehîd Remzî a di navbera Licê, Pasûr û navçeya Hênê ya Çewligê de ye bi tevlêbûna bi hezaran leşkeran operasyonek dabû destpêkirin. Piştre em gihiştine nasnameya hevalekî ku li vê derê şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Ronî Berxwedan
Nav û Paşnav: Înan Ozdemîr
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Navê Dê û Bav: Dader-M.Farûk
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4-20’ê Adarê 2017/Amed

Di 8’ê Nîsanê de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê 7 hevalên me şehîd bûbûn. Hevalê me Welat ê ku me îlan kiribû ku şehîd bûye, dijmin ew bi birîndarî zeft kiriye. Nasnameya hevalê me yê ku şehîd bûye, wisa ye:

Nasnav: Bawer Mazlûm
Nav û Paşnav: Îslam Eroglû
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dê û Bav: -
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Nîsanê 2017/Mêrdîn

Di çarçoveya derfetan de me rast dîtiye ku em agahiyên rast bi gelê xwe re par ve bikin û me ev daxuyanî daye.”