HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev agahî parve kir:

COLEMÊRG

“21’ê Gulanê hêzên me li qada Girê Ser Zêr a girêdayî herêma Çelê ya Colemêrgê li dijî yekîneyek a artêşa TC’ê çalakiyeke ya sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

22’yê Gulanê (îro) saet 06:00’an hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên dagirker li Girê Stûna a Çelê çalakiyeke ya sekvaniyê pêk anîne. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

AMED

30’ê Nîsanê artêşa TC’ê li devera gundên Zenga Sor û Xoser a herêma Şehîd Remzî ya Amedê dest bi operasyonekê kiriye. Bi desteka helîkopterên Skorsky li qadê leşker hatine danbîn. Ev operasyon 1’ê Gulanê di saetên sibehê de bê ku encamekê bigire ji qadê vekişiyaye.

2’yê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zenga Sor a herêma Şehîd Remzî ya Amedê ji nû ve dest bi operasyonê kir. Di navbera dagireran de ku li qadê helîkopterên Skorsky leşker danî û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyekî me heta guleya dawî şer kir û şehîd bû. Her wiha şexsê bi navê Xebat Rodî jî teslîmî hêzên dagirker bûne. Dagirkeran 15’ê Gulanê operasyona li Zenga Sor û Herezîne berfirehtir kiriye û ev operasyon heman rojê ji qadê vekişiyaye. Dagirkeran li derdorî Çiyayê Bulgurê dest bi xebatên kemînan kirine. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe yê ku şehîd bûye bi raya giştî re parve bikin.

AGIRÎ

12’ê Gulanê artêşa Tirk saet 13:00’an devera Gilidag a navçeya Bazîd a Agiriyê bi balafirên şer bombe kiribûn. Piştî bomberdûmanê dagirkeran li qadê dest bi operasyonekê kiribûn. Di vê operasyonê de hevrêyê me Seydo Qamişlo dîl dikeve destê dijmin. 13’ê Gulanê di saetên sibehê de hêzên dagirker ji qada operasyonê vedikişin. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyên hêzên me pêk nehatine.

ŞIRNEX

13’ê Gulanê artêşa TC a dagirker di saet 20:15’ê de herêma Besta ya Şirnexê êrîşeke hewayî pêk anîbû. Di vê êrîşê de hevrêyê me Dijwar û Harûn şehîd ketibûn.

Nasnav: Dijwar Gabar
Nav û Paşnav: Nurullah Kayaş
Cihê Jidayikbûnê: Şırnak
Navê Dayikê-Bav: Ayşe – Tahir
Dîroka Şehîdbûnê û Cih: 13’ê Gulana 2020 / Besta

 

Nasnav: Harûn Gever
Nav û Paşnav: Cîhan Agırbaş
Cihê Jidayikbûnê: Hakkari
Navê Dayikê-Bav: Makbule – Nusret
Dîroka Şehîdbûnê û Cih: 13’ê Gulana 2020 / Besta

14’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Kurta Xanê ya herêma Bestayê dest bi operasyonekê kiribûn. Ev operasyon heta 16’ê Gulanê dewam kir. Di vê operasyona du rojan dom kir de hevrêyên me yên bi navê Agît û Sebir şehîd bûne.

Nasnav: Agît Awyer
Nav û Paşnav: Teymur Ferecî
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Navê Dayikê-Bav: Meli – Nasîr
Dîroka Şehîdbûnê û Cih: 15'ê Gulana 2020 / Besta

 

Nasnav: Sabir Sîpan
Nav û Paşnav: Semîr Saît Xelef
Cihê Jidayikbûnê: Dêrik
Navê Dayikê-Bav: Ayşe – Saît
Dîroka Şehîdbûnê û Cih: 15'ê Gulana 2020 / Besta

Hevryên me yên bi navên Dijwar, Harûn, Agît û Sabir ên di dîrok û herêmên cuda yên Kurdistanê tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne, li dijî dagirkerî, mêtingerî û xiyaneta ku dixwazin li Kurdistanê bên kirin, bi ruhê berxwedanê û heskirina welat dane pêş, bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê bûne. Hevrêyên me yên bi sirûda Rêbertiye Azad û Kurdistanek Azad di nava berxwedana dîrokî ya heybet a Bakurê Kurdistanê de cihê xwe girtin, li dijî dagirkeran bi lehengî şer kirin, tevlî karwanên şehîdan keteine. Em hevrêyên xwe yên şehîd ku bê ka em ê çawa li dijî êrîşan ruhê qehremaniyê nîşanî me da bi rêzdarû û minet bibîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan gelên Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Di şexsê her çar hevrêyên xwe de hemû şehîdên şoreşê, soza heta serketinê em ê têkoşînekî bê eman bikin.

BALAFIRÊN ŞER KAFYA BOMBE KIR

20’ê Gulanê saet derdorî 12:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker devera Deşta Kafya ya Herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyên hêzên me pêk nehatine.”