HPG’ê sersaxî ji malbata Ayaz û Nûpelda Guloglû re xwest

HPG: Dewleta Tirk a ji dîrokê ve û heta niha dixwaze pilanên qirêj ên taybet li ser Dersimê bide kirin, çawa ku her roj mirovên Kurd qetil dike, bi van qetlîaman jî dixwazin bi derewên mezin bi rêya şerê taybet ragihîne û raya giştî bi xapîne.

Navenad Ragihandin û Çepameniyê ya HGP’ê têkildarî bûyera 15’ê Tîrmehê a li gundikê Çakilyayla a girêdayî gundê Bîlgeç ê navçeya Pulur a Dersimê Ayaz û Nûpelda Guloglû yên xuşk û bira kmiribûn daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê ev agahî parve kir:

“15’ê Tîrmehê li gundikê Çakliyayla ya girêdayî gundê Bîlgeç a navçeya Pulur a Dersimê di encama teqînekê de Ayaz û Nûpelda Guloglû yên xuşk û bira miribûn. Piştî vê bûyerê dewleta TC’ê nûçeyên ku ev bûyer ji aliyê hêzên me ve pêk hatiye servîs kirin. Ev bûyera nemerd a ji aliyê yekîneyên şerê taybet ên girêdayî dewleta TC’ê ya dagirker ve hatiye pêkanîn, zarok kirine hedef. Dewleta TC’ê ya faşîst bi sala in dixwazin gelên herêmê yên tên van zozanan bitirsînin û herêmê ji sivîlan vala bikin.

Artêşa TC’ê ya ku gelek qadên Kurdistanê vegerandine qadên şer, dixwazin dagirkerî û qetlîamên xwe rewa bikin, dixwazin vê dagirkeriya xwe hê berfirehtir bikin. Dewleta Tirk a ji dîrokê ve û heta niha dixwaze pilanên qirêj ên taybet li ser Dersimê bide kirin, çawa ku her roj mirovên Kurd qetil dike, bi van qetlîaman jî dixwazin bi derewên mezin bi rêya şerê taybet ragihîne û raya giştî bi xapîne. Divê gelê me yê bi rûmet li dijî van polîtîkayên şerê taybet bi hestyar bin.

Divê dost û dijmin vê bizanin li dijî her qetlîameke li Kurdistanê wê gerîlayên Azadiyê bi derbên xurt ku li artêşa TC’ê dide hesab bixwaze. Polîtîkayên qirêj ên li dijî gelê me ku bigihêjin armancên xwe bi awayekî zanistî tê kirin, kiriyarên dij mirovan e li ser gelê me dikin bi tundî şermezar dikin; sersaxiyê ji malbata Ayaz û Nûpelda ên xuşk û bira ku di êrîşa nemerdî de mirin re dixwazin.”