HPG'ê nasnameyên 6 şehîdên Osmaniyeyê eşkere kir

HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên 11'ê Tîrmeha 2018'an li Osmaniyeyê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Li herêma Şarappinar a Osmaniyeyê, ji ber bomberdûmana bi balafirên şer roja 11'ê Tîrmeha 2018'an têkiliya bi komek ji hevalên me qut bûbû. Di encama lêkolînê de eşkere bû ku ev hevalên me şehîd bûne. Em nasnameyên 6 hevalên xwe yên ku hatine zelalkirin bi raya giştî re parve dikin.

Nasnav: Agît Îdegî
Nav paşnav: Îbrahîm Dûrgûn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Şukriye-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye

Nasnav: Alî Amed
Nav paşnav: Metîn Aysel
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Zernîşan-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye

Nasnav: Dagistan Demhat
Nav paşnav: Lokman Beydogan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Edîbe-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye

Nasnav: Dervîş Ronî
Nav paşnav: Mehmet Çûkûrlû
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Kûdret-Osman
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye

Nasnav: Karker Tolhildan
Nav paşnav: Omer Çevîk
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nazîme-Maksût
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye

Nasnav: Serdem Welat
Nav paşnav: Mehmet Sıddık Yakar
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Aliye-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye

Her hevalekî me yê şehîd bû, ji dil û can tevlî nava refên têkoşînê bû û bûn xwedî kedeke girîng. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya azadiyê derkevin ku wan ji me re hiştine. Ji ber vê windahiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Û soza xwe dubare dikin, ji bo azadkirina Kurdistanê ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê heta dawiyê bi rengekî bê eman têbikoşin."