HPG'ê nasnameya şehîdên berxwedana Garê eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me yên şehîd bûne, perspektîfa têkoşînê ya ber bi azadiya Rêbertî û welatê me ve, pêşkêşî me kirine."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa dagirkeriyê de şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel di daxuyaniya xwe ya 17'ê Sibatê de encam û bîlançoya êrişa dagirkeriyê ya 101-13'ê Sibatê ya li ser Garê bi raya giştî û gelê me re parve kiribû û diyar kiribû ku nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne dema ku eşkere bû wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Şoreş Beytuşşebap
Nav paşnav: Kamûran Ataman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nazdar-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Cûdî Serhat
Nav paşnav: Nedîm Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Ferîde-Nesîm
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Bawer Elkê
Nav paşnav: Ergîn Dûrmûş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hadîce-Sadî
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Erdal Rojhilat
Nav paşnav: Erselan Xanîzade
Cihê jidayikbûnê: Kotol
Dayik-Bav: Esmer-Mihyeddîn
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Argeş Ronî
Nav paşnav: Sefkan Kaya
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gultekîn-Mehmet Zekî
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Avareş Van
Nav paşnav: Gokhan Kol
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nazîme-Sadrettîn
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Rojhat Mûsyan
Nav paşnav: Bayram Elhaman
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayten-Şadîn
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Xeyrî Çewlik
Nav paşnav: Emrah Ordû
Cihê jidayikbûnê: Çewlik    
Dayik-Bav: Sidika-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Delîl Kobanî
Nav paşnav: Ewnî Mahmûd
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Zelîx-Hîkmet
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Xabûr Dêrik
Nav paşnav: Cabbar Îsmaîl Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Besê-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Rêber Kobanî
Nav paşnav: Îbrahîm Mûhammed Osman
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Zehra-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Seydo Refîk
Nav paşnav: Hogir Nesan
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Mevlûde-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Seyfî Polat
Nav paşnav: Ferhat Aslan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Îkram
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Nasnav: Arhat Amed
Nav paşnav: Mehmet Alî Algor
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Rabîa-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 10-14'ê Sibata 2021 / Garê

Êrişa dagirkeriyê ya li ser herêma Garê ku 10'ê Sibatê serê sibehê dest pê kir û şeva 13'ê Sibatê bi reva artêşa Tirk bi dawî bû, di encama berxwedana lehengî ya hevrêyên me yên şehîd bûn, li qada cengê derbeke giran li artêşa Tirk hate xistin, bêvila artêşê bi erdê re hate kişandin û dersa dîrokî jê re hate dayin.

LI KAMPA ÊSÎRAN BI RENGEKÎ DESTANÎ LI BER XWE DAN Û ŞEHÎD BÛN

10'ê Sibatê yek ji fermandarên ku herî zû bi êrişa dagirkeriyê hesiyan, berpirsyarê kampa êsîran hevrêyê me Şoreş Beytuşşebap bû. Dema ku pê hesiya, cihê ku dijminê dagirker xwe lê danî tespît kir û tevî hevrêyên xwe derba destpêkê li dijmin xistin. Dagirkeran dema ku derba destpêkê xwarin xwe vekişandin û kampa êsîran bi balafirên şer bombe kirin. Hevrêyên me yên li kampa êsîran di bin bombardûmaneke giran de ji bo parastina kampa êsîran û parastina êsîran, îrade û wêrekiyeke mezin nîşan dan, derb li dijminê dagirker xistin û bi rojan bi rengekî bêeman şer kirin. Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî şervaniya şareza û îradeya Apoyî ya qewîn a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare ma, careke din rûyê xwe yê namerdane nîşan da û bi rengekî namerdane sê rojan bombardûmaneke giran li kampa êsîran kir, piştre jî gaza kîmyewî bi kar anî û bi vî rengî hewl da encamê werbigire. Hevrêyên me Cûdî Serhat, Bawer Elkê, Erdal Rojhilat, Argeş Ronî û Avareş Wan di bin fermandariya fermandarê mezin hevrê Şoreş Beytuşşebap de heta kêliya dawî li ber xwe dan, dijminê dagirker bi rengekî dîrokî têk birin, derseke mezin dan dijminê dagirker. Di encama vê berxwedana destanî ya li kampa êsîran hevrêyên me şehîd bûn.

BI RUHÊ APOYÎ YÊ FEDAYÎ BI SER DAGIRKERAN VE MEŞIYAN

Dewleta Tirk a qirker mêtinger di 10'ê Sibatê de destpêkê hewl da li qada Harê êrişeke berfireh a dagirkeriyê bimeşîne. Lê belê di encama destwerdana bi lez a hêzên me yên li qadê, artêşa Tirk tenê karîbû leşkerên xwe li qada Siyanê û derdora wê deyne, bi vî rengî li qadê asê ma. Ji bo parastina dagirkerên li qada Siyanê asê man, bi dehan balafirên şer û yên keşfê rojê 23 saetan li hewayê geriyan, qad bênavber bombebaran kirin, lê tevî vê yekê jî artêşa Tirk derbên giran xwar. Tîmên me yên gerîla yên profesyonel ên bi liv û tevger, têknîka dewleta Tirk bi rê û rêbaza tevgerî ya gerîlayên şareza, bi hostatî pûç kirin û dijminê dagirker li qada Siyanê asê kirin, derb li ser derbê lê dan. Hevrêyê me Rojhat Mûsyan ku di berxwedana Garê de pêşengî ji pêkanîna gerîlatiya serdema nû re kir, bi wêrekî bi ser dagirkerên li qada Siyanê meşiya, li gel bombardûmana giran û teknîka şer jî xwe gihand dijmin, derba herî xurt lê da û bi tena serê xwe yekîneyeke dijmin ji ser girekî li qada Siyanê derxist. Dagirkeran li pêşberî ruhê êrişê yê bilind ê hevrêyê me Rojhat Mûsyan gelek kuştî dan, neçar man dest ji vî girî berdin û vekişin. Hevrêyên me Rojhat Mûsyan, Xeyrî Çewlik, Delîl Kobanî, Xabûr Dêrik û Rêber Kobanî bi ruhê milîtaniya fedayî ya Apoyî bêteredût bi ser dijmin ve çûn, bi afirînerî û hostatniyeke mezin taktîkên demê xistin pratîkê, artêşa Tirk a dagirker ceza kirin û fatûreyeke giran li wan birîn. Hevrêyên me Rojhat, Xeyrî, Delîl, Xabûr û Rêber ku li Garê destaneke berxwedanê ya nayê jibîrkirin afirandin, weke şervanên leheng ên li meydana cengê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtin.

Hevrêyê me Seyfo Refîk jî li çepereke din a berxwedanê bi cih bû, qada Garê li dijmin asê kir, li eniya xwe nehişt ku dagirker li qadê belav bibin. Hevrêyê me Seyfo ku her tim bi ruhê fedayî yê bilind tevlîbûna milîtaniya Apoyî ji xwe re kir esas, di pêvajoya şerê Garê de di êrişa hewayî de şehîd bû.

HÊZÊN HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL AMED SÛCÊ ŞER Ê LI KAMPA ÊSÎRAN BI BELGE KIRIN

Di berxwedana Garê de ku ji gelek aliyan ve rewşeke nû di nava xwe de vedihewîne, hêzeke me ya ku bi roleke girîng û dîrokî rabû, Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal e. Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal beriya her tiştî, li gel astengiya teknîka şer û dewleta Tirk jî şerê li Garê kiryarên artêşa Tirk a dagirker ji hewayê ve bi belge kir û bi raya giştî re dîmen parve kir ku nikare bê înkarkirin. Hêzên me yên Parastina Hewayî ku sûcê şer ê li dijî mirovahiyê yê artêşa Tirk a dagirker li kampa êsîran a Siyanê bi beelge kirin, artêşa Tirk li vir li ser suc girtine. Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal bi vê hunera xwe ya bikaranîna teknîkê di şerê Garê de bi roleke girîng rabûne.

Di şerê Garê de tîmên me yên gerîla ji bejahî ve, Hêzên me yên Parastina Hewayî jî ji hewayî ve hêzên dagirker xistin bin kontrolê û bi taybetî di 12 û 13'ê Sibatê de li pey hev çalakî kirin, bi vî rengî qada Siyanê li dijmin teng kirin û gelek dagirker ceza kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve bi hev re ketin nava liv û tevgerê û li Garê gelek dagirker ceza kirin. Ev yek di dîroka me ya têkoşîna gerîla de asteke nû ya serketî, girîng û dîrokî ye. Bêguman hevrêyên me yên şehîd bûne di pêşvebirina Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal bi ked û canê xwe hewldaneke bêhempa nîşan dabûn. Hêzên me yên Parastina Hewayî mîna her nirxekî li nava partiya me PKK'ê bi keda şehîdan ava bû. Di şerê Garê de gelek şehîdên hêja da û bi vî rengî nîşan da ku şopdarên xeta fedayî ya hevrê Şehîd Doga Jiyan e. Ji Fermandarên Hêzên Parastina Hewayî hevrê Seyfî Polat ku di vê rola bi bandor a Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal de pêşengî kir, li gel hevrêyên xwe Arhat û Gelhat di şerê Garê de dema ku bi erka xwe radibûn şehîd bûn. Nasnameya hevrêyê me Gelhat Tolhildan beriya niha bi raya giştî re hatibû parvekirin. Weke şopdarên hevrêyên şehîd ku li ser bingeha xeta gerîla ya serdema nû di teknîkê de pispor bûn, xwedî îradeya fedayî û profesyoneliya gerîlatiyê bûn, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û Hêzên Parastina Hewayî wê bi her awayî mezin bibin û armancên xwe teqez bi ser bixînin.

Hejmara dagirkerên ku bi misogerî hatiye tespîtkirin ku di şerê çar rojan de hatine cezakirin 37 dagirker in. Bi dehan dagirker jî birîndar bûn. Di berxwedana Garê de derb li 2 helîkopterên Skorsky hate xistin, 6 hevrêyên me li kampa êsîran a Siyanê, 5 di şer de, yek di êrişa hewayî de, 3 dema li ser wezîfeya xwe bûn bi giştî 15 hevrêyên me şehîd bûn.

ŞEHÎDÊN ME BI BAWERÎ Û ÎRADEYEKE MEZIN Û HOSTATIYA ŞER BERSIV DAN DAGIRKERAN

Ligel teknolojiya serdemê û teknîka şer rêhevalên me yên şehîd bi mîradeya milîtaniya Apoyî, bawerî û îradeyeke mezin û hostatiya şer berxwedaneke dîrokî û serkeftî pêk anîne. Rêhevalên me yên şehîd ên qehreman êrîşa dagirker rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst ya li dijî Garê şikandin, artêşa Tirk a dagirker têk birin û armanca dagirkeriyê di qirika wan de hişt û bi afirandina destana Garê re hilweşandina rejîma faşîst dane destpêkirin. Ji ber vê serkeftina xwedî encam em deyndarî şehîdên xwe ne.

Di serî de hevrê Şoreş Beytuşşebab ê ku fermandarê fedaî û afirîner ê berxwedana Garê ye di şexsê rêhevalên me yên şehîd Cûdî Serhat, Bawer Elkê, Erdal Rojhilat, Argeş Ronî, Avareş Van, Rojhat Mûsyan, Xeyrî Çewlik, Delîl Kobanî, Xabûr Dêrik, Rêber Kobanî, Seydo Refîk, Seyfî Polat, Arhat Amed û Gelhat Tolhildan de em hemû şehîdên xwe bi rêz û hurmer bi bîr tînin. Malbatên hêja yên şehîdên qehreman di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Şehîdên me taktîka serdemê, metoda têkoşînê û helwesta fedaî ya Apoyî tevî ruhê êrîşa bilind nîşan da û heta nefesa xwe ya dawîn têkoşiyan. Rêhevalên me yên şehîd perspektîfa têkoşînê ya ji bo azadiya Rêbertî û welatê me, pêşkêşî me kirine. Em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîna rêhevalên xwe bin û li ser xeta şehîdan armanca wan pêk bînin.”