HPG’ê nasnameya sê gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya sê gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di 27’ê Îlona 2021’an de di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de gerîlayê bi navê Abdurahîm Hişam (Serhat Rojava) ê ji Hesekê, Ahmet Akyol (Şerzan Aydin) ê ji Mêrdînê û Ercan Yildiz (Gelhat Goyî) yê ji Şirnexê şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de derbarê gerîlayên şehîd ev agahî hatin dayîn.

“Hevrê Serhat li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Bi saya Rêber Apo û partiya me li Rojava xebat meşandine, malbata hevrê Serhat jî partiya me nas kiriye û xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derketine. Hevrê Serhat jî bi vê wesîleyê partiya me PKK ji nêz ve nas kiriye û ketiye nav lêgerînan. Di encama van lêgerînan de bi awayekî çalak tevlî nav pêvajoya şoreşê bûye. Dema ku çeteyên El Nusra êrişî Serêkaniyê kirin, ji bo parastina gelê me berê xwe eniyên şer û di dema şer de birîndar bû.

Hevrê Serhat biryar daye ku rêya fêmkirina Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tevlêbûna nav refên gerîlayan e û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrê Serhat bi vê bîr û pratîkê mînakeke xurt a milîtaniya Apoyî nîşan daye.Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye jî wî xwe her dem pêş xistiye. Ji bo ku felsefeya Apoyî fêm bike û jiyaneke li gorî vê felsefeyê bidomîne, her dem hewl daye. Hevrê Serhat bi taybetî di warê leşkerî de xwe bi pêş xistiye. Ji dil û can bawerî pê aniye ku gerîlatiya dema nû wê serfiraziyê bîne û ji bo vê gelek ked daye.Bi saya perwerdehiyên leşkerî bûye gerîlayekî profesyonel û li Metînayê li hemberî dagirkeriya dijmin wî hunera xwe ya leşkerî xistiye pratîkê. Hevrê Serhat bi enerjiya ciwanî û zelaliya îdeolojiya Apoyî li her derê bûye çavkaniya moral û ketiye nav qehremanên nemir ên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê.

Hevrê Şerzan li Mêrdînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz e wî têkoşîna gerîla di temenekî biçûk de bihîstiye û sempatiya wî li hemberî gerîla çêbûye. Hevrê Şerzan dema li Zanîngeha Çûkûrovayê dixwend tevlî nav çalakiyên ciwanan bûye û ji bo şoreşgeriyê gava xwe ya pêşîn avêtiye. Di xebatên ciwanan de ked û pratîkeke girîng nîşan daye. Dema ku ji bo demekê di zindanên faşîzmê de jî maye, ew der kiriye akademî. Piştî ku ji zindanê derketiye wî bawerî pê aniye ku têkoşîna herî xurt a li hemberî êrişên qirker şerê gerîla ye û ji bo ku bibe gerîlayê azadiya gelê me, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Piştî ku tevlî nav gerîla dibe bi şadiya pêkanîna xeyalên zaroktiyê, hişk bi jiyana gerîla û çiyayan ve hatiye girêdan, di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek. Hevrêyê me Şerzan ku li Garê, Xinêrê û Qendîlê yê Başûrê Kurdistanê, li gelek qadan gerîlatî krî, di gelek xebatan de bûye gerîlayekî pirhêlî ye. Di hemû xebatan de bi kedkariya xwe û baldariya xwe kiriye ku hevrêyên wî hurmetê bidinê û her demê lê geriyane. Di wan pêvajoyan de şer lê giran bû her demê pêşniyar kiriye ku biçe qadên şer û li ser vê rawestiyaye. Dîsa weke hewcehiya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk hewl daye ku tim li qada leşkerî xwe pêş bixe, bi perwerdehiyê ne tenê di qada hîsan de her wiha di qada pratîk de jî xwe ji şer re hazir kiriye û peywira wî li qada Metîna ketiye. Dema li qada Metîna di gelek çalakiyên gerîla de yên li dijî dagirkeran di nav çalakiyan de cih girtiye, bi pratîkeke serkeftî bi peywira xwe ya pêşeng rabûye. Dema êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ku dijmin Nîsanê da destpêkirin, ranewestiyaye, bi avaniya xwe ya enerjîk her demê xwestiye ku biçe eniyên pêş, tim hewl daye ku derban li dijmin bide. Di jiyana xwe ya şoreşger de ku bi kelecaniyeke mezin des tpê kir^her demê bi pêşengî tevlê bûye, bi kesayata xwe ya dilnimz û bi hêrsa xwe ya tolhildanê ku qet nedanî, tim ji hevrêyên xwe re bûye mînak.

Hevrêyê me Gelhat li nav eşîra welatparêz û bikok a Kurdistanê Goyiyan jidayik bûye. Ji ber ku malbata xwe bi hezaran salan girêdayî çanda Kurdî ne, hevrêyê me pir girêdayî Kurdatiyê bû, heta dawiyê bawerî bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê aniye û hay jê çêbûye ku divê ew jî parçeyek ji vê têkoşînê be. Ji ber ku devera ku lê dijiya qada xebatê ya hêzên me gerîla bû, vê tesîr lê kiriye ku hevrêyê me Gelhat gerîla nas bike û di şexsê gerîla de asta têkoşîna azadiyê fêhm bike. Rastiya têkoşîna gerîlayên Kurdistanê tesîr li ser hevrêyê me Gelhat kiriye, weke her ciwanê Kurd ê xwedî ûcdan tevlî nav reên gerîla bûye û xwestiye ku ji hêviya gelê me re ya ji ciwanên Kurdistanê re bibe bersiv.

Ji roja ku tevlî nav refên gerîla bûyî ve, bi çand û exlaqê ku ji malbata xwe standî, bi îdeolî û çanda Apoyî re strandiye û bûye milîtanekî pêşeng. Di demeke kurt de kesayata xwe pir guheriye û ji hêviyên hevrê û gelê me re bûye bersiv. Li gel ku li gelek qadan xebitiye û xwedî pratîkeke serkeftî ye jî tim dilnizm maye, tim hewl daye ku zêdetir laiqî Rêbertiya me û hevrêyê me yên şehîd be. Ji ber vê tim xwe perwerde kiriye, hewl daye ku li felsefeya Apoyî hûr bibe. Pir hesas bû tiştên ku hîn bûyî par ve bike, bi kesayata xwe ya dirûst û kedkar tim bawerî daye hevrêyan, di gelek xebatên krîtîk de baweriya hevrêyên xwe yên li wî pûç nekiriye .Hevrêyê me Gelhat, Gerîlayê Modernîteya Demokatîk tim pirhêlî nêzî têkoşîna azadiyê bûye, her demê xwe ji vê peywirê re hazir kiriye û bûye yek ji milîtanê herî baş ê Apoyî.

Di serî serê malbatên hêja yên hevrêyên me Serhat, Şerzan û Gelhat ku helwesta xwe ya biryardar ya li nav têkoşîna azadiya gelê me û bi şêwaza şerê dijî dijmin bûne mîlîtanên Apoyî yên mînak, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz xax be, berdêla xwe çi dibe bila bibe em sond dixwin ku xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe yên li ser azadiyê bi cih bînin.''