HPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir -NÛ BÛ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên meha Hezîranê li Dersim, Wan û Bedlîsê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên meha Hezîranê li Dersim, Wan û Bedlîsê şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyanî li malpera înternetê ya HPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:
"Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, van sê salên dawî bi hemû derfetên dewletê û desteka navneteweyî ji bo qedandina gerîla êrîşên hovane dibe ser gelê me û hêzên me yên gerîla. Bi vê polîtîkayê re dixwaze gelê me bi temamî teslîm bigire, asîmîle û tine bike. Li dijî van êrîşên dijmin, hem gel hem jî hêzên me yên gerîla bi rengekî dîrokî û bi heybet li ber xwe didin. Bi saya berxwedanê, desthilatdariya faşîst heta niha bi ser neketiye. Faşîzma ku nekarî encama dixwaze bi dest bixe, li pêşberî berxwedana azadiyê ya gelê Kurd dîn û har bûye û êrîşên xwe zêde dike. Têkoşîna ku heta niha hatiye dayin ev yek nîşanî tevahiya cîhanê daye; faşîzm çi dike bila bike wê bi ser nekeve. Yê bi ser bikeve wê gelê Kurd be.
Li sê parçeyên Kurdistanê niha şerekî giran diqewime. Di vî şerê giran de ji bo azadiya gelê me berdêl tên dayin. Di meha hezîranê de li Dersim, Wan û Bedlîsê di dema operasyonên dagirkeriyê de şer qewimî û 7 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Kûrtay Faraşîn |
Nasnav: Mazlûm Dogan |
Nasnav: Argeş Rênas |
Nasnav: Jîr Agirî |
Nasnav: Kendal Amara |
Nasnav: Êrîş Xoy |
Nasnav: Ferzat Aware |
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber van şehadetan em ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin, em ê heta azadiya gelê ku xewn û xeyalê şehîdên me ye, li dijî faşîzmê têbikoşin."