HPG'ê nasnameya 5 şehîdên Bestayê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên roja 8'ê Hezîranê li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya li ser mijarê li malpera HPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

"8'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li qada Dola Sarê ya herêma Besta ya Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber vê operasyonê di navbera hêzên me û dagirkeran de tevahiya rojê şer qewimî. Hêzên me yên gerîla di şer de derbên giran li dijmin xistin. Hêzên dagirker ku gelek caran hewl dan bi helîkopteran xwe li herêmê deynin bûn hedefa hêzên me. Ji bejahî ve jî li gelek cihan derb li hêzên dagirker hatin xistin. Dagirkeran bi koordîneya balafirên keşfê yên bê mirov, bi helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer bombe li herêmê barandin. Di encama berxwedana bêeman a hêzên me yên gerîla de zêdeyî 10 leşkerên dagirker hatin kuştin. Artêşa Tirk ku li pêşberî berxwedana fedayî ya hêzên me ji hev ket, bi hewayê ve bomberdûmaneke giran kir û hewl da bi vî rengî encamê bigire. Di şer û bomberdûmanê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

Nasnameya şehîdên me:

Nasnav: Hoşyar Çarçek
Nav paşnav: Hoşyar Bayar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Safiye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Nasnav: Jîr Qamişlo
Nav paşnav: Ayat Mahmût Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Nadya-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Nasnav: Rêzan Ûlaş
Nav paşnav: Erhan Kafdar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Xalîse-Teyfîk
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Nasnav: Şerzan Karker
Nav paşnav: Ûgûr Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Dayik-Bav: Senem-Mehmet Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Nasnav: Zinar Kobanî
Nav paşnav: Zinar Ethemkor
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Etle-Bozan
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2018 / Şirnex

Berxwedana li Bestayê yek ji mînakên şênber ên berxwedana gerîlayên Kurd a li dijî dewleta AKP'ê ye. Dewleta TC a dagirker û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li ku derê û çawa êrîş dikin bila bikin, li pêşberî tevgera me ya azadiyê û hêzên gerîla yên xwe bi ruhê Apoyî xemilandine, wê timî bi xurtî têk biçin. Mîna berxwedana li Bestayê, li her çeper û cihên hêzên me lê ne wê berxwedana me bi heman biryardariyê mezin bibe.

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên li Bestayê em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz dixwazin û caerke din bêjin ku em ê ji bo azadiya gelê xwe ku daxwaza şehîdên me yên leheng e, bi rengekî bêeman têbikoşin."