HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniya li ser nasnameya gerîlayekî 30'ê Îlonê li Mêrdînê şehîd bû sererast kir. HPG'ê ragihand ku li Bestayê jî 2 gerîla ji bo dîl neyên girtin xwe şehîd xistine.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 11'ê Cotmeha 2018'an de me ji raya giştî re ragihandibû ku roja 30'ê Îlonê li herêma gundê Badibe ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, hevalên me Medya Mawa û Akîf ji ber operasyonê şehîd bûne. Hevalê me Akîf Brûsk (Mahmût Ozdemîr) ku me ragihandibû di şer de şehîd bûye, li ser karê xwe ye. Hevalê me yê şehîd bûye Akîf Bagok (Abdurrahman Erçîk) e. Em vê kêmasiya ku ji ber şerê giran rû da sererast dikin û ji malbatên xwe yên hêja lêborînê dixwazin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê ku şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Akîf Bagok
Nav paşnav: Abdurrahman Erçîk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rûkiye-Mehmet
Demû cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2018'an / Mêrdîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta du gerîlayên li herêma Bestayê ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker roja 20'ê Tebaxa 2018'an li qada Pîro ya herêma Bestayê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 12'an, balafirên şer bomberdûmaneke giran li herêma operasyonê kir û piştre helîkopterên skorsky leşker li herêmê danîn. Piştî ku leşker li herêmê hatin danîn, di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şerekî giran dest pê kir. Di vî şerî de derbên giran li hêzên dijmin hate xistin. Hevrêyên me Brûsk û Eşref ên heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin, ji bo dîl nekevin destê dijmin, bi çeka xwe xwe şehîd xistin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Brûsk
Nav paşnav: Yûsûf Sûngûr
Cihê jidayikbûnê: -
Dayik-Bav: Hatîce -
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Nasnav: Eşref Batuyî
Nav paşnav: Serbest Gun
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zeynep-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Di şexsê her sê hevrêyên xwe de yên tevlî karwanê nemiran bûne, ji malbatên Gun, Sûngûr û Erçîk re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê xewn û xeyala hevrêyên xwe ku 'Rêberê Azad, Kurdistana azad e' pêk bînin."