HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir

HGP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê navbera zozanên Tokdag û Ovacik ê girêdayî navçeya Dortyol a Hatayêû navçeya Hênê ya Amedê de 2 gerîla şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku di daxuyaniya 10’ê Tîrmehê dabû de diyar kiribû ku di şerê li Hatay û Amedê de 2 gerîla şehîd bûne. HPG’ê agahiyên têkildarî nasnama gerîlayên şehîd ev agahî parve kir:

“Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê Tîrmehê de ragihandin bû ku 2’yê Tîrmehê di şerê navbera hevrêyên me û dijmin a navbera zozanên Tokdag û Ovacik ên girêdayî Dotyol a Hatayê de hevrêyekî me şehîd bûbû, Nasnameya Hevrêyê me yê bi lehenegî li dijî yekîneya dijmin şer kir û şehîd bû Çiyazan (Davût Acar) bi raya giştî re parve dikin.

Nasnav: Çiyazan Kaşûrî
Nav û Paşnav: Davût Acar
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê û Bav : Ayşe – Veysî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Hatay 2’yê Tîrmeha 2019

Çiyazan – Davut Acar

Hevrêyê me Çiyazan Kaşûrî di sala 1994’an li Colemêrgê hatiye dinê. Hevrê Çiyazan ê di çarçoveyek welataparê û nava malbateke berdêl di têkoşîna azadiyê de dayî mezin bûye, li dijî polîtîkayê şerê taybet ê dewleta TC’ê û operasyonê zext û êşkneceyê bi zanabûn sala 2010’ê tevlî refên gerîla bûye. Ji roya hevrê Çiyazana tevlî bûye tevî jiyana xwe ya heta Amanostan di nava tevgerê de bûye xwedî ket û cesaretekî mezin. Hevrê Çiyazana ê şervanê heqîqetê bi zanabûna îdeolojiya Rêbertiyê xwe pêşxistiye û di nava hevrêyên xwe de bûye mînak û çavkaniya moralê. Hevrê Çiyazan 2’yê Tîrmehê di şerê li dijî artêşa TC’ê ya li Amanosan li dijî faşîzmê destanekî lehengiyê nivîsî û tevlî karwanê şehîdan bûye.

Di daxuyaniya me ya 1’ê Tîrmehê dayî de, me ragihandibû ku di encama êrîşa hewayî ya li devera gundê Şelê ya girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ya didema operasyonê de 2 hevrêyên me şehîd bûbûn. Em niha nasnameya hevrêyê xwe Çekdar (Îbrahîm Aşûna) ê ji aliyê me ve hatiye zelalkirin bi raya giştî re parve dikin.

Nasnav: Çekdar Marnos
Nav û Paşnav: Îbrahîm Aşuna
Cihê Jidayikbûnê: Haleb
Navê Dayikê- Bav: Nedîme - Muhammed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed- 24’ê Hezîrana 2019

Çekdar – Îbrahîm Aşuna

Hevrêyê me Çekdar Marnos di sla 1994’an de li Helebê hatiye dinê. Bûye yek ji şahidê herî nêz ê polîtîkayên qirkirina çandî ya li çar parçeyên Kurdistan û cihên cuda. Hevrê Çekdar ê di nava civakeke ku nasnameya wan tê înkarkirin, mafê jiyan û azadiyê ya ji destê wan hatî girtin de mezin bûye, li dijî sîstemê bûye xwedî hêrsekî mezin. Hevrê Çekdar ê di xebatên ciwanan de cih girt û bi xeyalê Welateke Azad gav avêt ji aliyê rejîmê ve tê girtin, nêzî 2 salan di zindanên rejîma faşîst de hate girtin. Hevrê Çekdar bi gotina ‘Xiyanetê li xeyalê xwe nakim’ sala 2012’an tevlî refên gerîla bû. Hevrê Çekdar di partîbûnê de li ser xeta Rêbertiyê bûye şervanekî leheng. Hevrê Çekdar ê bû xwedî hişmendiyeke mîlîtanê Kurdistanê di encama êrîşa hewayî ya 24’ê Hezîranê de şehîd bûye.

Di serî de me sersaxiyê ji malbata hevrêyên xwe Çiyazan û Çekdar û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza hesreta hevrêyên xwe yên şehîd di têkoşîna azadiyê de bigihînin serketinê.”