HPG'ê li herêma Cûdî çalakiya sabotajê kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla li herêma çiyayê Cûdî li dijî karê 'rêya ewlekariyê' yê artêşa Tirk çalakiya sabotajê kir. Li gorî daxuyaniyê li qadeke din a herêma Cûdî operasyona leşkerî dest pê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniye ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa TC a dagirker 31'ê Gulanê li qada Navsera Cûdî ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonekê kir. Operasyon hîn jî dewam dike û agahiyên têkildarî wê bi dest bikevin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 28'ê Gulanê li qada Tepê Xwişk û Bira ya herêma Cûdî ya Şirnexê li dijî kepçeyeke artêşa TC a dagirker ku ji bo ewlekariyê rê çêdikir çalakiyeke sabotjê kirin. Di çalakiyê de kepçe bi temamî hate îmhakirin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Artêşa TC a dagirker 30'ê Gulanê serê sibehê qada Gundê Hetutê ya herêma Zapê bombe kir. Ji ber bombardûmanê Saîd Celal Nûreddîn û kurê wî Ahmed Saîd Celal ên li nava zeviyên xwe bûn şehîd bûn. Artêşa TC a dagirker tevî ku bi balafirên keşfê yên bêmirov zanîbû ku ew mirov sivîl in, bi zanebûn li wan dan. Artêşa TC a dagirker bi daxuyaniya xwe ku digot 'Bi balafirên keşfê êrişa hewayî hate kirin' nîşan da ku bi rengekî eşkere li sivîlan xistiye.

Ev zîhniyeta dagirker ku gelek caran bi rêbazên namerdane êriş bir ser sivîlan, bi dehan welatiyên sivîl şehîd xist. Ev zîhniyet ji bilî mirinê tiştekî ji bo Kurdan rewa nabîne. Lewma hesabpirsîna ji vê zîhniyetê wezîfeya bingehîn a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye, divê bê zanîn ku xwîna mirovên me yên hatin qetilkirin wê li erdê nemîne. Li ser vê bingehê em ji malbatên bav û kur ên şehîd bûn û gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."