HPG'ê li gelek cihan lê da: Herî kêm 15 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, encamên çalakiyên gerîla yên li Agirî, Colemêrg, Bedlîs û Sêrtê eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla wiha ye:

LI AGIRIYÊ OPERASYONA ŞOREŞGERÎ

"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de hêzên me roja 20'ê Gulanê (îro) saet 07:30'î li dijî gelek nuqteyên leşkerî yên li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîd a Agiriyê operasyoneke şoreşgerî kirin. Di çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser operasyonê wê piştre bên eşkerekirin.

ÇALAKIYÊN BERFIREH ÊN LI COLEMÊRG Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd agirî de, 18 û 19'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatin kirin:

Êvara 18'ê Gulanê saet 22:00, hêzên me li herêma navbera Colemêrg û navçeya Çelê, li dijî konvoyeke artêşa TC a dagirker a ji gelek wesayitên zirxî pêk dihat, li cihekî navbera gundên Dizê û Talê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra hate rûxandin û 9 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê rê li trafîkê girt.

19'ê Gulanê saet 06:30'î, hêzên me li hêzên dagirker ên li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê.

Heman rojê saet 18:30'î, li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyek hate kirin. Hêzên me ji sê aliyan ve li çeperên dijmin reşandin û di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand.

Êvara heman rojê saet 20:30'î, hêzên me li leşkerên dijmin ên li ser girê leylekê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI BEDLÎSÊ ÇALAKÎ

19'ê Gulanê saet 11:20'î hêzên me li dijî nuqteya ewlekariyê ya li ser rêya Tetwan Xîzanê çalakî kirin. Gule li kulûbeya leşkerên dijmin hatin reşandin û leşkerekî dijmin hate kuştin, ye jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI BÎRA PETROLÊ

19'ê Gulanê saet 21:30'î, hêzên me li dijî bîra petrolê ya li bajarokê Bekirxan ê li navçeya Hezo ya Êlihê çalakiyeke sabotajê kirin û ev bîra petrolê hate îmhakirin."