HPG'ê li dagirkeran xist: Herî kêm 9 leşker mirin

Gerîlayên HPG'ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyan de herî kêm 9 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, hêzên gerîla 22'ê Gulanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li girên Lêlîkan û Evdilkofî yên Başûrê Kurdistanê û li Çelê û Dersimê çalakî kirin. Di çalakiyan de herî kêm 9 leşker hatin kuştin.

LI LÊLÎKANÊ ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Başûrê Kurdistanê ev agahî hatin dayin:

Saet 09:00 hêzên me yên YJA Starê li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me saet 18:30'î li geliyê Elî Dirêj ê li nêzî girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

LEŞKEREK LI EVDILKOFÎ HATE KUŞTIN

Hêzên me saet 09:30'î, li artêşa TC a dagirker a li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê xistin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên me danê nîvro jî li leşkerên dijmin ên li ser girê Evdilkofî xistin. Hejmara leşkerên dijmin ên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan bi balafirên şer bombe li derdora girê Evdilkofî barand.

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyên sûîqestê hatine kirin û hate gotin, "Saet 12:30'î, hêzên me li mintiqeya Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 çalakiyên sûîqestê li dijî leşkerên dijmi kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

LI DERSIMÊ DERB LI STARGEH Û ÇEPERÊN LEŞKERÎ HATE XISTIN

Li ser çalakiya li Dersimê jî ev agahî hate dayin: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de hêzên me 22'ê Gulanê saet 7'an li dijî qereqola Amûtka ya li navçeya Xozad a Dersimê çalakî kirin. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin ên li qereqolê hatin xistin û bi qasî hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

DU LEŞKER LI XARPÊTÊ HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wekî din ragihand ku li Xarpêtê jî li dijî yekîneyeke leşkerî ku di nava liv û tevgerê de bû çalakiyek hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me roja 3'ê Gulanê li dijî yekîneyeke leşkerên ji qereqola Derîk a li navçeya Miyaran a Xarpêtê derket, çalakiyek kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."