Li Barzan, Sîdekan û Çelê çalakiyên gerîla: 15 leşker mirin

Li herêmên Barzan û Sîdekan ên Başûrê Kurdistanê û li Çelê di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Li Zapê jî droneyeke artêşa Tirk hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêmên Barzan û Sîdekanê û der barê operasyonên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me 7'ê Mijdarê saet 12'an li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Tepê Xwedê çalakiyek pêk anîn. Ji sê baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 5 çeperên dijmin hatin rûxandin. 10 leşker hatin kuştin.

LI LÊLÎKANÊ 4 ÇEPER HATIN RÛXANDIN, 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê saet 15'an, hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, di encamê de çeper hatin rûxandin û 2 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet derdora 18'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora Girê Lêlîkanê barandin.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI ÇELÊ LÊ DAN: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me yên YJA Starê roja 7'ê Mijdarê saet 16:30'î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Botan xistin. Di encama çalakiyê de ku derbên xurt li leşkeran hatin xistin, 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

DRONEYEK LI ZAPÊ HATE XISTIN

7'ê Mijdarê saet 08:30'î, droneyeke ku li ser qada Kela Bêdehê ya herêma Zapê difiriya û keşf dikir, ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

LI COLEMÊRGÊ ŞEREKÎ GIRAN QEWIMÎ

Artêşa TC a dagirker 28'ê Cotmehê li herêmên Geliyê Marînos û Anîtosê yên Colemêrgê dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şerekî giran qewimî. Gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Di vî şerî de hevalên me Andok Gewda, Andok Çaldiran û Çiyager Zagros ên bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd piştî ku zelal bûn wê werin eşkerekirin."