HPG'ê li Avaşîn û Xakurkê lê xist: Herî kêm 3 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li Xakurkê û Avaşînê di çalakiyên gerîla de herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Li Şirnex, Agirî, Hatay û Avaşînê jî hate ragihandin ku heyşt gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me yên YJA Starê di 12'ê Mijdarê de saet di 09:40'î de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker ku di navbera herêma Rûbarokê û qada Tepê Xwedê ya li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di rê de bû çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de wesayit bi teaî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Hêzên me di 13'ê Mijdarê de saet di 19:40'î de li Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkeran çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Di 9'ê Mijdarê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Hesena ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê barandin. Bi nûçeyên derewîn hate îdîakirin ku di encama bombardûmanê de 6 hevalên me şehîd bûne. Di vê bombardûmanê de 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Artêşa TC a dagirker di 7'ê Mijdarê de li qada Kirê Hallac ê navçeya Bazîdê ya Agiriyê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de hêzên dagirker di 7 û 9'ê Mijdarê de bi balafirên şer qad bombe kirin. Bi nûçeyên derewîn hate îdîakirin ku di operasyonê de 15 şehîdên me hene. Di operasyonê de 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Li bejahiya navçeya Skenderûn a Hatayê di 26'ê Cotmehê de di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Di vî şerî de hevalekî me yê bi lehengî şer kir şehîd bû. Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd wê piştre bê parvekirin.

Artêşa TC a dagirker di 13'ê Mijdarê de saet di 15:00 de bi balafirên şer bombe li qadên Cehennem Tepesî û Kuçuk Cîlo yên herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Ji be bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.

Di daxuyaniya xwe ya 12'ê Mijdarê de me ragihandibûn ku di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de ya 10'ê Mijdarê li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê du hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şahîn Kobanê

Nav paşnav: Dijwar Mûhammed

Cihê jidayikbûnê. Kobanê

Dayik-Bav: Medîne-Xalit

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Mijdara 2019'an / Avaşîn

 

Nasnav: Artêş Çiyager Kobanê

Nav paşnav: Hemed Îsmaîl

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Meryem-Nedîm

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Mijdara 2019'an / Avaşîn

Hevrêyên me Şahîn û Artêş li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kudistanê di nava malbatên welatparêz de ji dayik bûn. Bi nirxên welatparêziyê mezin bûn. Di temenekî ciwan de ji Tevgera Azadiyê hez kirin. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta TC a dagirker li dijî gelê Kurd dimeşîne tevlî nava refên gerîla bûn û dest bi têkoşîneke çalak kirin. Di demeke kurt de bûn gerîlayên şareza û bi berpirsyariya parastina gelê xwe li dijî faşîzma TC tevgeriyan. Hevrêyê me Şahîn bû fermandarekî pêşeng û li her qadê bi mîsyona pêşengiyê tevgeriya. Hevrê Artêş jî bi sekna xwe ya kedkar û bi biryar bû şervanekî mînak. Her du hevalên me heta kêliyên dawî bi kedeke mezin têkoşiyan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Şahîn û Artêş em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."