HPG'ê derbên giran li artêşa Tirk xist: 16 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê, Sêrt û Êlihê di encama çalakiyên gerîla de 16 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şerê ji ber operasyonan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI HERÊMA LÊLÎKANÊ DI NAVA DU ROJAN DE 14 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

"13'ê Nîsanê saet navbera 11:00-15:00 li girê Kevortê yê herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker 2 çalakiyên sabotajê kirin. Di encama her du çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

15'ê Nîsanê saet 17:40'î, hêzên me li holikeke leşkerên dijmin a li ser girê Kevortê xistin. Di encamê de holik bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

LI SÊRTÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

13'ê Nîsanê saet 10:30'î, li herêma Kelanis a navçeya Hawêl a Sêrtê, hêzên me li dijî yekîneyeke veşartî çalakiyeke sabotajê kir. Leşkerekî dijmin di vê çalakiyê de hate kuştin.

ARTÊŞA TIRK LI ÊLIHÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

22'ê Adarê saet 00:30'î, artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov li herêma Qabilcewzê ya Êlihê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 02:30'î balafirên şer bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber vê bomberdûmanê hevalekî me şehîd bû.

Di operasyonê de roja 23'ê Adarê li mintiqeya Geliyê Zorê ya gundê Hesena di navbera hêzên me û hêzên dagirker de şer derket. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û çawişekî pispor hate kuştin, çawişekî pispor jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker ku ji bejahî ve nikare bi ser hêzên me ve biçe, cihê ku hêzên me lê bûn bi bombeyên ku gaza kîmyewî tê de bûn bombe kir. Di vê êrîşa kîmyewî de ku li dijî hiqûqa şer a navneteweyî ye 2 hevalên me şehîd bûn. Artêşa TC a dagirker ku roja 26'ê Adarê qada operasyonê berfireh kir, roja 27'ê Adarê xwe vekişand."