HPG’ê derbarê tiştên ku li Kerkûkê bûn daxuyanî da

Fermandariya HPG Mexmûr-Kerkûkê derbarê geşedanên li Kerkûkê daxuyaniya agahdarkirinê da.

Metna giştî ya ku Fermandariya HPG’ê ya Mexmûr- Kerkûkê ya li ser geşedanên Kerkûkê wiha ye:

 

"16’ê Cotmehê bi  şev hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li dijî navenda Kerkûk û derdora wê êrîşekî dagirkirinê dane destpê kirin. Li dijî vê êrîşê hêzên me yên gerîla ji bo parastina gel bend danî. Bi berdana Kerkûkê ji aliyê pêşmergeyan ve li hinek cihan di navbera hêzên me û artêşa Iraq, Heşdî Şabî de şer derket. Pêvajoya heta sibeha 17’ê Cotmehê bi vî awayî ye.

Li ser tevgera hêzên artêşa Iraq û Heşdî Şebî , hêzên pêşmerge  sibehê derdora Kerkûkê û piştre jî li hemû çeperên li navenda bajêr berdan. Di demeke wiha de ku gef li ser bajêr hebûn pêwîst bû ku bajar bihata parastin û koordînasyoneke hevpar bihata avakirin. Lê belê hêzên pêşmerge li ser vê mijarê tiştek bi me re parve nekirin. Dema ku hêzên pêşmerge bê agahiya me ji bajarê vekişiyan, hêzên me ji bo parastina gelê Kerkûkê daketin navenda bajêr. Gelê Kerkûkê jî li navenda bajêr dema ku hêzên me yên HPG –JYA-Star dîtin bi dirûşme û  coşeke mezin gerîla pêşwazî kirin. Li ser vê jî hêzên me bi gelê me yê dixwest li ber xwe bide, pêşmergeyên dêrîn û nû re di wan çeperan de ku pêşmerge jê vekişyabûn ji bo bajêr biparêzin cihê girtin.  Hêzên me li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina gelê me ji ber li herêmê bûn, li navenda bajêr û li xeta parastinê  amadekariyekî me tinebûn. Dema ku pêşmergeyan navenda bajêr û xeta parastinê berdan xeta parastina hate şikandin.

Piştî vekîşina pêşmergeyan ku xeta berxwedanê hate şikandin, bi gelê me re yê ku dixwest li berxwe bide  xeteke nû ya parastinê hate avakirin. Beriya niha me diyar kiribû ku di şerekî pêkan de em ê ne aliyê ti kesî bin, heta ku êrîşek li dijî hêzên me, gelê me çênebe em bi ti hêzekê re şer nakin. Ber bi nîvro ve piştî ku koma dawî ya pêşmergeyan  ji Kerkûkê vekişiya  panîk çêbû. Hejmareke mezin a gel bajrr terk kirin. Hêzên me yên gerîla, pêşmergeyên ku ne dixwestin Kerkûkê biterikînin û beşekî xwebexş di çeperan de bi tenê man. Bi vekişîna grûba dawî ya pêşmergeyan re hêzên Iraqê û Heşdî Şebî bi tank, top, hawan û çekên giran li taxên Feyylak û Arefe xistin. Hêzên me yên ku li pira Feyylak bûn, bûn hedefa van êrîşan. Hêzên me li dijî vê êrîşê bersivek tund dan û şerekî dijwar rû da. Dema li Feyylakê şer didomiya  bi hêzên Heşdî Şebî re li ser rêya Hewlêrê li taxên Şehre û Rehîmava ku dixwestin bikevinê şerekî demkî derket.

Tevahiya rojê şer bi dijwarî dom kir. Dema ku li gelek deverên bajêr şer dom dikir, kêm gelê ku mayî jî dema ku bajar terikan hêzên me tenê man. Piştî ku me dît rewş wiha ye me beşek ji hêza xwe kişande qadên ewle. Ango heta îro sibehê jî hêza me ya mayî li Kerkûkê bû. Vê sibehê me hêza xwe ya mayî jî bi xeta parastinê kişandin qada ewle.’’