HPG’ê derbarê çalakiyên Bestayê daxuyanî da

HPG’ê li ser çalakiyên li Besta û Geverê yên dijî artêşa Tirk daxuyanî da.

Daxuyaniya navenda ragihandinê ya HPG’ê wiha ye:

‘LI GEVERÊ ÇALAKÎ’

Hêzên me bi Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî 25’ê Gulanê seat 11.00’an li Colemêrgê, li girê Şehîd Zerdeş a Geverê bi ser leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker de girtin. Di vê çalakiyê de derbên giran li kozikên dijmin hatin xistin. Di encamê de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûne diyar nebû.

ENCAMÊN ÇALAKIYÊN LI BESTAYÊ

Bi Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestatyê 21-23’yê Gulanê li Besta ya Şirnexê, li mintiqeya Deriyê Beroj hêzên me bi ser leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker de girtin. Bi serkeftî derb li kozikên dijmin hate xistin. Di encamê de hijmara kuştî û birîndaran a leşkerên dagirker diyar nebû.

Hêzên me bi pêngava şoreşger 24’ê Gulanê saet 09.00’an li Bestayê, li Meydana Deriyê li dijî leşkerên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hate xistin û 1 leşker hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê li qadê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de bi balefriên şer ên artêşa TC’ê ya dagiker û helîkoptêrên êrîşên qadên Çelê Sor û Girê Derman hatin bombekirin. Operasyon saet 12.00’an bê encam vekişiyaye.

25’ê Gulanê saet 06.30’an hêzên me bi çarçoweya pêngava şoreşger li herêma Besayê li mintiqeta Navsera Çiyayê Filehan li dijî leşkerên ku derketin operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûne zelal nebû. Operasyon hê jî didome.