HPG'ê 3 gerîlayên li Agiriyê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Agiriyê di 6'ê Kanûna 2019'an de şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê ala azadiyê ya şehîdan bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 gerîlayên li Agiriyê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 2'ê Çileyê de me ragihandibûn ku di 6'ê Kanûna 2019'an de li qada gundê Sogûkpinar ê navçeya Tûtax a Agiriyê artêşa TC a dagirker dest bi operasyonekê kir û ji ber operasyonê şer derket, di encamê de 3 hevalên me yên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Efterya

Nav paşnav: Rojîn Karakoç

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Zeynep-Mehmet Latîf

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Kanûna 2019'an / Agirî

 

Nasnav: Alîşer Mazlûm

Nav paşnav: Atîlla Kandemîr

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Mûtteber-Enver

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Kanûna 2019'an / Agirî

 

Nasnav: Madûra

Nav paşnav: Gulistan Yildiz

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Gulistan - Halîl

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Kanûna 2019'an / Agirî

Li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên tinekirinê yên ku dewleta TC a dagirker faşîst li dijî gelê Kurd dimeşîne, bi pêşengiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şer û berxwedaneke mezin heye. Gerîlayên me yên azadiyê ku her şêwe planên dijmin pûç dikin, bi vê berxwedana xwe re her roj bêhtir nêzî azadiyê dibin. Hevrêyên me Efterya, Alîşer û Madûra ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dijmin cihê xwe li nava refên gerîla girtin, tevlî berxwedana dîrokî ya li Eyaleta Serhedê bûn. Li dijî dijmin destana lehengiyê nivîsandin û heta fîşekên xwe yên dawî bi rengê fedayî şer kirin, derbên giran li dijmin xistin û tevlî karwanê şehîdên nemir bûn.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala wan a azadiyê bi ser bixînin."