HPG: Du kontrayên din hatin cezakirin

HPG'ê ragihand, 2 kontrayên ku sala 2017'an cihê komek gerîla ji rejîma Tirk re eşkere kirin, hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî da:

"4'ê Tîrmehê hêzên me 2 kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler ceza kirin. Di daxuyaniya me ya 4'ê Mijdara 2017'an de me diyar kiribû ku di 27'ê Cotmeha 2017'an de li qada Lêxosor a Licê ya Amedê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerek çêbûye.

Di vî şerî de hevalê me Ferhat Kûrtay (Adnan Ûral) piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûbû. Piştî şehadeta hevalê me, hêzên me dest bi lêkolîneke berfireh kirin û gihiştin wê encamê ku kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler cihê hêzên me ji artêşa Tirk a dagirker re ragihandine û ev kes ji bo tasfiyekirina yekîneya me ya gerîlayan tevî dijmin tevgeriyane.

Herdu kontrayên ku ji aliyê hêzên me ve hatine girtin; piştî lêpirsîneke sûcên xwe qebûl kirine. Van kesan li xwe mikur hatin ku, wan cihên gerîlayan ji dijmin re ragihandine, li ser navê cotkariyê çûne qadên gerîlayan û agahî dane dijmin. Em bang li gelê xwe dikin ku li ber lîstikên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker rabe."