HPG: Balafira keşfê ya li girê Şehîdan hate rûxandin

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê diyar kir ku balafira keşfê ya li ser girê Şehîdan ê navçeya Qilaban a Şirnexê ji aliyê hêzên gerîla ve hatiye rûxandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"20'ê Mijdarê saet di 17:20 de li navçeya Qilaban a Şirnexê, hêzên me li dijî çeper, kûle û stargehên artêşa TC a dagirker ên li girê Şehîdan çalakiyek pêk anîn. Hêzên me gule li balafira keşfê û çeperên dijmin ên li ser gir reşandin. Di encama derbên xurt de balafira keşfê hate rûxandin. Hejmara leşkerên dijmin ên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."