HPG: Artêşa Tirk sivîl kirine hedef

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li dijî jîngehên sivîlan êrîşên hewayî pêk anî. HPG’ê got di êrîşa li dijî wargeha Mexmûrê de 2 kes birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker jîngehên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye, di bombebarana li dijî wargeha Mexmûrê de 2 kes û di bombebarana li Dihokê de jî 3 welatiyên sivîl birîndar bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Artêşa TC’ê ya dagirker roja 19’ê Tîrmehê saet 00:10’an bombe li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barandin. Dewleta TC ya dagirker herêma ku jîngeha gelê Mexmûrê ye bêseruber bombebaran kir û di bombebaranê de 2 sivîlên wargehê birîndar bûn. Zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên gel.

Ev êrîşa ku li dijî gelê Mexmûr ê ku li dijî DAÎŞ’ê ya ku bûyî belaya hemû mirovahiyê şer kir û li ber xwe da, ti ferqekî ji hişmendiya DAÎŞ’ê nîne. Ev gelê ku êrîşa DAÎŞ’ê têk bir û pêşî li dagirkeriya Başûrê Kurdistanê girt li ser navê hemû mirovahiyê liberxweda. Heta ku NY, hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşên ku li dijî gelê ku Mexmûr û Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya DAÎŞ’ê parastin, eger daxuyainyek qane nedin wê ew jî gumanbar werin dîtin. Qada hewayî ya Iraqê dibin kontrola dewleta Iraq û hêzên kolalîsyonê de ye û NY jî parastina wargehê berpisyar e.

Di demekî ku Têkoşîna Azadiya Kurdsitan di qonaxekî dîrokî de ye, kolîsyona faşîst a AKP-MHP’ê dijminatiya gelê Kurd dike û êrîşên bi namerdî pêş dixe. Ev êrîşa ku li dijî gelê Mexmûr ê welaparêz ku ji ber zilma dewleta TC ya dagirker koçber bûne, bi vê êrîşê re carek din rûyê xwe yê rast nîşan daye. Dewleta TC a faşîst ku li tu derê nirxekî girêdayî Kurd qebûl nake bi hincetên cûda bi namerdî êrîşan pêk tîne. Ev êrîşa li dijî wargeha Mexmûrê pêkhatî êrîşekî li dijî şkandina îradeya gelê Kurd e. Divê her kes bizane ku wê hesab ji vê hişmeniya ku êrîşî gelê Kurd dike were pirsÎn. Di êrîşa nemerdî de ji welatiyên birîndar re şifaya xêrê dixwazin.

WESAYÎTÊN GUNDIYAN KIRIN HEDEF

Roja 18’ê Tîrmehê navbera saet 17:00’an û 18:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li gundê Sipîndare yê qezaya Çemanke ya Dihokê barandin. Di bombeberanê de 2 wesayîtên gel bûn hedef û di êrîşê de 3 welatiyên me yên sivîl birîndar bûn. Li vê herêma ku ti xebatekî leşkerî yên gerîlayên me nîne, dewleta TC’ê ya dagirker bi awayekî zanebûn welatiyên sivîl dike hedef. Hêzên dagirker bi van êrîşan re dixwaze gelê Başûrê Kurdistanê bi tirsîne û teslîm bigre. Di vê êrîşa pêk hatî de ji welatiyên birîndar re şifaya xêrê dixwazin û carek din didin diyar kirin ku wê hesab ji vê hişmeniya faşîst a li dijî gelê sivîl êrîşan pêk tîne, were pirsîn.”