HPG: 9 leşker hatin kuştin, sîxûrek jî hatiye cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiyên li Çelê û Geverê yên gerîlayan lidar xistin de 9 leşker hatin kuştin, li Amedê jî sîxûrek hate cezakirin.

HPG’ê diyar kir ku li geverê di encam çalakiyên xurt ên li Geverê de 7 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“22’ê Gulanê saet 15:10’an de hêzên me ; li dijî leşkerên li ser Girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever ê Colemêrgê kom bibûn, bi çekên ferdî çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên me yên ku bi awayekî pir xurt li çeperan dane; di vê çalakiyê de 7 leşker kuştine. Piştî çalakiyê û şûnde artêşa TC qada li derdorî xwe bomberdûman kir. Ev çalakî ji bo bîranînên şehîdên meha gulanê hate lidarxistin.”

Dîsa heman rojê li Çelê jî çalakiyek hate lidarxistin. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

22’yê Gulanê saet 10:45’an de hêzên me li dijî Girê Hewanan ê girêdayî Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya bi awayekî xurt li çeper û konan hate xistin de, 2 leşker hatin kuştin, gelek çeper û kon jî hatine derbkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Amedê sîxûrek hate cezakirin:

Li Amedê sîxûrê bi navê Mamût Aşkiran ê di 2016’an de li gel dijmin li dijî tevgera me gelek sûç kiriye û li dijî gerîlayên me komplo pêk aniye. Hêzên me ev kes demekê şopandiye û piştre girtine, hişyar kiriye û piştre jî berdane. Tevî hemû hişyariyan ev kes di karê xwe de dewam kiriye. Li ser vê gerîlayên me 22’yê Gulanê saet 22:00’an de li qontara Berbûş a girêdayî Hezroyê ev kes cezakiriye.”