Hogir Baran ê PKK'yî di berxwedana Daqûqê de şehîd bû

Hogir Baran ê PKK'yî (Beşîr Sebrî Îsa), di berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî de roja 16'ê Cotmehê li navçeya Daqûq a Kerkûkê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "Roja 16'ê Cotmehê, artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî li Kerkûk û derdora wê dest bi operasyonê kirin. Tevî ku hêzên pêşmerge yên li vê herêmê xwe vekişandin, hêzên me yên gerîla li gel hin pêşmergeyên dilxwaz û xwebexşên ji gelê bajêr, Kerkûk ne terikandin û 2 rojan li ber xwe dan. Di vê berxwedanê de, di navbera artêşa Iraqê/hêzên Heşdî Şabî û gerîlayên me de şerekî dijwar qewimî. Di vê berxwedana parastina Kerkûkê de hevalê me Hogir Baran bi lehengî li ber xwe da û li bajarokê Daqûq ê Kerkûkê roja 16'ê Cotmehê tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevalê me Hogir Baran (Beşîr Sebrî Îsa), sala 1956'an li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevalê me Hogir, piştî ku wextekê li Dêrikê ma, tevî malbata xwe ji ber hin sedemên cuda koçî navçeya Kercews a Êlihê kir. Hevalê me Hogir, ku bi taybetmendiyên welatparêziyê jiya û li ser vê bingehê di nava lêgerînê de bû, ji sala 1987'an û pê ve PKK nas kir û çawa nas kir, bi rengekî çalak cihê xwe di nav de girt. Hevalê me Hogir piştî milîstiya 3 salan, di sala 1990'î de tevlî nava Tevgera Azadiyê bû. Hevalê me Hogir, ku Rêber Apo dît û li ser bingeha felsefeya wî xwe perwerde kir, di nava têkoşînê de li her herêma lê bû bû nûnerekî milîtanê azadiyê. Hevalê me Hogir, ku ji dil cihê xwe di nava têkoşînê de girt, li her cihî bi fedakarî û kedkarî tevgeriya. Sê salan di zindana dewleta Tirk a faşîst de ma û bû şopdarê kevneşopiya berxwedana zindanê. Piştî ku ji zindanê derklet, hevalê Hogir têkoşîna xwe dewam kir û li qadên Rojava û Başûr cihê xwe di nava karên gel de girt. Li her cihê lê xebitî, bi kedeke mezin ji gelê me re qala têkoşîna azadiyê ya Kurd kir.

Di nava têkoşîna xwe ya 30 salan de, hevalê me Hogir weke milîtanekî dilsozê Rêber Apo, ji bo azadiya gelê Kurd gelekî hewl da. Roja 16'ê Cotmehê, dema ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî êrîşî Kerkûkê û derdora wê kirin, li dijî van êrîşên dagirkeriyê pêşengî ji berxwedana gerîla re kir. Hevalê me Hogir, bi berxwedana xwe bû sembola berxwedana Kerkûkê. Hevrêyê me Hogir nîşanî tevahiya cîhanê daye, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe, Kurd wê xwedî li destketiyên xwe derkevin û di vê oxirê de têbikoşin.

Bila serê malbata hevalê me Hogir Baran û gelê me yê welatparêz sax be. Û em soza xwe dubare dikin, ku heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd em ê bi rengekî bê eman têkoşîna xwe bidomînin."

Nav û paşnav: Beşîr Sebrî Îsa
Nasnav: Hogir Baran
Navê bav: Sebrî
Navê dayikê: Sûltan
Dem û cihê jidayikbûNê: 1956 / Dêrika Hemko. Li Rojava ji dayik bû, li Bakurê Kurdistanê mezin bû.
Dem û cihê tevlîbûna li nava refên PKK'ê: 1990 / Şam
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Cotmeha 2017 / Daqûq / Kerkûk