Hilbijartina li Iraqê didome, li gelek deveran mafê dengdanê tê binpêkirin

Hilbijartina Parlmentoya Iraqê îro destpêkir û hê jî berdewam e; di hin cihan de binpêkirinên yasayên hilbijartinê çêbûne.

Îro danê sibehê hilbijartina Parlementoya Iraqê dest pê kiriye.

Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê roja 8’ê Cotmehê milyonek û 196 hezar kesan di çarçoveya proseya dengên taybet de çûbûn ser sidoqan û dengên xwe bikar anîne.

Ligel dengdêrên ku di 8’ê Cotmehê de deng dabûn bi giştî li Iraqê 23 milyon û 986 hezar û 841 dengdêr hene.

Li gelek deveran sindoqên denganê hatine danîn. Têkildarê pêşveçûna proseya hilbijartinê tevî ku tê gotin ku ew prose bi rengekî bêyî pirsgirêk didome, lê hê ji serê sibehê tevî ku saetek bi derengî dengdan dane destpêkirin, li pêşiya bikaranîna dengdana dengdêrên li Şengalê astengî hatine derxistin.

Her wiha li gorî medyayên mixalif heya niha li gelek navendên dengdanê cîhazên elektronîkî yên dengdanê xirab bûne ku kiriye li wan navendan dengdan bisekine.

Dîsa ji destpêka pêvajoya hilbijartinê heya niha li hin cihan yên wek Kerkûk û parêzgeha Diyale li dijî navendên dengdanê êrişên çekdarî pêk hatine û li hin navendan jî alozî derketiye.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku rêjeya karanîna dengan a welatiyên Başûrê Kurdistanê bi taybetî yên parêzgeha Hewlêr û Duhokê kêm e û ji ber rewşa siyasî ya hatî avakirin gel naxwaze biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne.