Hikumeta Sûriyeyê: Em ê biçin Îdlîbê

Hikumeta Sûriyeyê diyar kir ku yan bi rêya şer, yan bi rêya aştiyê ew ê têkevin Îdlîbê.

Hefteya borî di nav Tirkiye û Rûsyayê de têkildarî Îdlîbê peymanek hate çêkirin. Li gorî peymanê heta nîvê meha Cotmehê ew ê herêmek were avakirin a ku leşker tê de tune.

Li gorî vê peymanê divê çeteyên li herêmên tampon derkevin. Lê nayê zanîn ku çeteyên girêdayî Enqereyê ew ê bi çi awayî têkevin nav vê planê.

Li gorî rojnameya El Watan  Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Faysal Mûkdad, ev peyman di sala 2017’an de ji bo avakirina herêmên bê şer hatiye kirin. Ew hemû herêmên tên qalkirin ji wê dîrokê û şûnde ketine bin kontrola rejîma Şamê.

Alîkarê Wezîr got ku, “Çawa ku li herêmên din ên Sûriyeyê em bi ser ketin, em ê li vir jî bi ser bikevin. Peyama me gelekî zelal e: Yan bi rêya aştiyê, yan jî bi rêya şer em ê têkevin Îdlîbê.”