Hêzên YBŞ/YJŞ ewlekariya herêmê girtin

Operasyona şervanên YBŞ/YJŞ a li gel hêzên Iraqî li Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin di roja 4’an de dewam dike. Hate ragihandin ku hêzên YBŞ/YJŞ’ê li gel artêşa Iraqê ewlekariya herêmê xistine kontrolê.

Li ser detayên operasyonê heta niha agahiyên zelal nehatine parvekirin. Lê li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, agahiyên girîng hatine bidestxistin.

Di operasyona bi taybet li gundên Mergebel Elter, Tayawna, Hennuş û Şêx Mitnî û deverên derdorî wê didome de, bi awayekî baldar lêkolîn tê kirin, şervanên YBŞ/YJŞ’ê li gel artêşa Iraqê ewlekariya herêmê digirin û kontrola van herêman dubare xistine di bin kontrola xwe de.

Çeteyên DAÎŞ’ê şeva 10’ê Hezîranê bi 11’ê Hezîranê ve dide girêdan, hewl dabû ku êrîşî gundê Helluş ê navçeya Medîbanê bike û piştre jî şer rû dabû. Her wiha heman rojê saetên sibê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê Helluşê kiribûn, lê li ser ferqkirina şervanên YBŞ/YJŞ’ê êrîş hatibû astengkirin û wesayît hatibû rûxandin. Li ser vê şervanên YBŞ/YJŞ’ê li gel artêşa Iraqê ji wê rojê ve li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê dest bi operasyonekê kiribûn.