Hêzên PDK'ê gule reşand: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Hate ragihandin, ku hêzên ser bi PDK'ê li Şêladizê gule berdane sivîlan û kesek kuştine.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên çekdar ên ser bi PDK'ê li Geliyê Balindê yê Şêladizê gule berda Wezîr Tayîp Rêkanî û kesekî navê wî nehate zanîn.

Hate ragihandin ku êriş şeva 26'ê Cotmehê hate kirin. Sivîlên ku hatin nuqteya kontrolê ya parêzvanên sînor gule li wan hate reşandin.

Ji ber êrişa hêzên PDK'ê endamê Eşîra Rêkanî Wezîr Tayîp Rêkanî jiyana xwe ji dest da. Agahî ji hevalê wî nayê wergirtin.

Wezîr Rêkanî ku xizmê yek ji berpirsyarên PDK'ê Haşim Sîteyî ye, dema ku ji bo çêrandina pezê xwe çû Geliyê Balindê bû hedefa êrişê.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hêzên PDK'ê bêyî hişyariyê bidin yekser gule li Rêkanî û hevalê wî reşandine û gule li mil û serê Rêkanî ketine.

Cenazeyê Rêkanî hate veşartin û li gorî agahiyan, PDK'ê destûr neda ku malbata Rêkanî konê sersaxiyê vede.

Di malpera Facebookê ya bi navê Meclîsa Ciwanan a Şêladizê de ev peyam hate parvekirin, "Em van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Divê were zanîn ku ev êrişên asayîşa PDK'ê wê bêbersiv nemînin."