Hêzên paramîlîter ên PDK'ê zextê li gel dikin

Hêzên çekdar ên bi ser PDK'ê ve û derveyî Wezareta Pêşmerge, derqanûnî paralelî hincetên dewleta Tirk ên li ser Kurdan zext û zordariyê li ser gelên Nehlê û Zêbarî didomîne.

Hêzên taybet ên çekdar ên bi ser PDK'ê ve, tundî û zextên xwe yên li ser xelkê mintiqeya Nehlê ya girêdayî herêma Garê didomînin. Bi binçavkirin û girtinan çavên xelkê ditirsînin û her roj çend kes li vê herêmê têne revandin.

Li gor agahiyên me ji gelê herêmê girtî hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve bi hinceta ku, '' alîkariya PKK’ê dikin’’ gefan li gelê mintiqeya Nehlê dixwin û dibêjin, ‘’alîkariya PKK’ê nekin, ger hûn alîkariya PKK’ê bikin em ê we careke dinê binçav bikin.’’

Tê zanîn ku piştî hêzên girêdayî PDK’ê di 23’ê Îlonê de hatin herêmê, Şîmal Axa li ser navê Mensur Berzanî 25’ê Îlonê  bi muxtarên herêma Nehlê re civînek li dar xistibû. Di vê civînê de kesên ku dildarê Tevgera Azadiyê ne hatine hişyarkirin. Piştî gef û hişyariyên PDK’ê rûspî û mezinên malbat û eşîrên welatparêz hatine destgîrkirin û gef li wana hatiye xwarin. Bi van pêkanînan tê armanckirin ku gelê herêma Nehlê li dijberî gerîla û tevgera azadî helwesteke dijber bigre.

Ji bo ku vê mebesta xwe pêk bînin jî, ambargoyeke dijwar danîne ser gelê herêma Nehlê. Xalên asayîşê yên li ser riya Dudî û Baqirmanê hemû wesayîtên ku diçin herêma Nehlê kontrol dikin, dayik û zarok jî tê de li ser wan digerin. Nemaze dema gelê Aşurî dixwazin tiştên jiyanî ji bo dikan, firin û xwaringehan bînin gefa "hûn cardin bînin, em ê dest daynin ser wesayîtên we", li wan tê xwarin. Tiştên ku ji wesayîtên gelê herêmê dadixînin jî ji aliyê hêzên girêdayî PDK’ê ve tên bikaranîn. Van pêkanînan jî bi hinceta biryara qeymeqam pêk tînin. Bêyî hejmara malbatan bidin ber çavan, dest datînin ser gelek tiştên xelkê herêmê.