Hêzên Natora: Êrişên dagirkeriyê wê bêbersiv nemînin

Hêzên Ewlekariya Navxweyî Natora ku ji ewlekarî û aramiya Til Temirê berpirsyar in, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destnîşan kirin ku wê heta dawiyê xaka xwe biparêzin.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî Natora ku ji gelên Asûrî di sala 2011'an de ava bûn û tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ya li Dêra Zorê, Reqayê, Tebqayê û Minbicê bûn, niha jî ji ewlekariya naçeya Til Temirê ya Hesekê berpirsyar in ku navçe di hedefa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ye.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî Natora destnîşan kirin ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan xaka xwe diparêzin û ragihandin ku wê bi rengê herî tund bersiva êrişên dagirkeriyê bidin û xaka xwe biparêzin.

Nînûs Xelîl Werda ku 5 sal in di nava Hêzên Ewlekariya Navxweyî Natora de ye, beşdarî pêngavên rizgarkirina herêmên Reqa, Dêra Zor, Minbic, Şedadê, Hol û Gentarî (herêma navbera Hesekê û Eyn Îsayê) bû.

Nînûs Xelîl ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê tevî dewleta Tirk tevdigerin û got, "Çeteyên ku beriya niha em li dijî wan têdikoşiyan, niha tevî dewleta Tirk êrişî herêmê dikin. Ji bo em vê xakê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bikin me gelek şehî dan. Çi dibe bila bibe wê berxwedana me dewam bike."

'ÊRIŞ WÊ BÊBERSIV NEMÎNE'

Nînûs Xelîl Werda destnîşan kir ku Natora, Hêzên Parastinê yên Xabûrê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî li herêma navbera Til Temirê û Serêkaniyê ne û got, "Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî herêmê wê bêbersiv nemînin. Dewleta Tirk a ku dibêje 'em ê herêmê ji terorîstan paqij bikin' û çeteyên OSO bi xwe terorîst in. Em ê heta dawiyê xaka xwe ji dagirkeran biparêzin."

JINÊN ASÛRÎ XAKA XWE DIPARÊZIN

Endama Hêzên Ewlekariya Navxweyî Natora Henan Xuşaba jî ragihand ku hêzên Natora ne tenê li navçeya Til Temirê her wiha di çarçoveya peymana bi hêzên asayîşê re li herêmê dewriyeyan pêk tînin. Henan destnîşan kir ku ew xaka xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan diparêzin û serbilinde ku ew jineke Asûrî xaka xwe diparêze.

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HEVKARIYÊ JI VÊ DAGIRKERIYÊ RE DIKIN'

Henan Xuşaba destnîşan kir kud ewleta Tirk û çeteyên wan jin, zarok her kesî dikin hedef û got, "Bi gotina 'terorîst in' mirovên li herêmê qetil dikin. Ev êrişên dagirkeriyê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin komployeke navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî hevkariyê bi dagirkeriya dewleta Tirk re dikin. Dewleta Tirk tevî ku zêdeyî 2 meh in ji bo dagirkirinê êrişî xaka me dike, hêzên navneteweyî bêdeng in û helwestê nîşan nadin."

Henan Xuşaba destnîşan kir ku wê nehêlin dewleta Tirk a dagirker bikevin herêmê û got, "Li dijî dagirkerên ku li herêmê komkujiyan dike em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û xaka xwe ji dagirkeran biparêzin."