Hêzên Îranê li Qesrê Şîrîn kolberek qetilkir

Hêzên rajîma Îranê li ser sînorê bajarê Qesrê Şîrîn yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin, di encamê de kolberekê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku duh li ser sînorê bajarê Qesrê Şîrîn yê girêdayî Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê komeke kolber kir armanc û gule li wan reşand.

Di encama vê gulebaranê de gule li serê kolberê bi navê Hebîb Rustemî (32) ku bi xwe xelkê heman bajarê ye ketiye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Rustemê hat qetilkirin bavê 2 zarokan bû.