Hêza Xweparastinê ya Başûr hate ragihandin

Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmeke leşkerî li çiyayên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em ê bingehên hêzen dagirker li Başûr bikin hedef''.

Daxuyanî ji aliyê fermanarekî Hêza Xweparastinê ve hate xwendin û hate gotin, ''Li navçeyên Cênakokê ya Başûrê Kurdistanê pêngaveke Erebkirin, talankirin, kuştin û revandina welatiyan dest pê kiriye.

Her demê dewleta Osmaniya Nû dagirkirineke nû li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li herêmên Bradost, Kerkûk û Behdînanê rê ve dibe. Mixabin, hêzên Başûrê Kurdistanê hevkarê wê dagirkir in. Sekna wan li hemberî talankirin, nirxên çandî û hunerî û ya aborî û cografîk tine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ji ber bêdengiya desthilata Başûr a hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê, Hêza Xweperastinê ya Başûr hatiye damezirandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin Hêza Xweparastinê ya Başûr bingehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike hedef. Her wiha bang li hêzên pêşmerge, aliyên siyasî yê Başûr tê kirin ku bi wan re Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin.