'Hêza me heye ku li dijî her cûre êrişên hovane li ber xwe bidin'

Gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin gotin, "Bila her kes zanibin ku hêz û derfetên me hene ku li dijî êrişên hovane yên artêşa Tirk bi rê û rêbazên cuda li ber xwe bidin."

Gerîlayên HPG'ê ji ANF'ê re qala berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kirin.

Zerdeşt Zinar diyar kir ku ew li dijî dijmin têkoşîneke mezin dimeşînin û got, "Bawerim ku di dîrokê de berxwedaneke bi vî rengî nehatiye dîtin. Em li dijî artêşeke dagirker, li dijî hovîtiya vê artêşê û çekên kîmyewî li ber xwe didin. Bila her kes zanibe ku hêz û derfetên me hene ku li dijî her cûre êrişan bi rê û rêbazên cuda li ber xwe bidin. Lê belê gelê me jî ji bo bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî çekên kîmyewî bi dawî bike têkoşîna xwe mezin bike.

Artêşa Tirk a dagirker ji bo me tune bike gelek cûreyên çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi teqemeniyên ku li herêmê bi cih dike dixwaze vê bike. Lê belê ev dijmin çi dike bila bike nikare şopên hovîtiyê veşêre. Heta niha saziyên pêwendîdar bêdeng man. Bêguman ev bêdengî tê wateya hevkariyê."

'QADÊN BERXWEDANÊ VEGUHERÎN QADÊN TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK'

Aram Hêvî jî bal kişand ser operasyonên şerê taybet ên medya desthilatdariyê.

Aram Hêvî ragihand ku operasyonên dewleta Tirk ên sala 2021'ê yên ji bo dagirkirina Bakur û Başûrê Kurdistanê bi temamî hatin têkbirin û got, "Gerîla li Başûr û Bakurê Kurdistanê şerekî mezin dike. Gelek operasyonên li Bakur hatin rawestandin. Artêşa Tirk li Başûr bi piştgiriya civaka navneteweyî 7 meh in operasyona dagirkeriyê dimeşîne, lê encam bi dest nexist. Artêşa Tirk ku li hemberî berxwedana gerîla bêencam ma û bi teknîkê jî bi ser neket, li herêmên şer dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Li Mamreşo, Zendûra, Werxelê, Girê Sor û Girê Kartal hevalên me bi van çekan şehîd xistin. Her yek fermandarên vî şerî bûn. Bi sekna fedayî qadên berxwedanê li artêşa Tirk veguherandin qada têkçûnê.

Weke gerîla em li ser rêbaz û taktîkên şer gelekî rawestiyan. Em timî xwe bi pêş dixînin. Ev yek xwe di çalakiyên gerîla de jî nîşan dide. Encamên projeya jinûve avabûnê ya biryargeha me eşkere dibin. Her taktîka artêşa Tirk têk diçe. Artêşa Tirk ji bilî hovîtiyê nikare tiştekî bike. Ev hovîtî ji xwe di dîroka wan de heye. Bêguman ev hovîtî wê bibe dawiya wan.

Pêvajo pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî ye. Gelê me her tim ji bo me bû çavkaniya hêzê. Em bi gelê xwe hene, gelê me jî bi me. Divê gelê me yê li Ewropayê di vê pêvajoyê de qadan vala nehêle. Gelekî girîng e ku zextê li sîstemê bike. Ev sîstem bi her awayî êrişî me dike. Li Kurdistanê gelek polîtîkayên cuda hene. Her dagirker bi rengekî cuda êrişî gelê Kurd dike. Ruhê raperînê yê salên 1990'î êdî divê bi cih bê anîn. Ev yek dikare sîstema qirkirinê têk bibe û bi şerê gel ê şoreşgerî em dikarin welatê xwe azad bikin. Em careke din soz didin ku ji bo gelê Kurd û civakên Rojhilata Navîn heta serketinê şer bikin."