Heyeta navneteweyî ya Doza Kobanê dişopînin: Me şahidî ji şanoyeke siyasî re kir

Heyeta ku bi armanca Doza Kobanê bişopînin hatibûn Tirkiyeyê, çavdêrî û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. Heyetê bal kişand ku şahidî ji şanoyeke siyasî re kirine.

Heyeta navneteweyî ya ku Doza Kobanê ku HDP’ê dikin hedef, şopandin, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyek da çapemeniyê, li ser danişînê nêrîn û çavdêriyên xwe parve kirin.

Francoîs Alfonsî: Ji bo piştîvanîkirina bi HDP’ê û azadkirina Selahattîn Dermîrtaş hatine vir. Em li vir in, ji ber ku demokrasî hatina Tirkiye û Kurdistanê wê demokrasiya li Ewropa jî pêş bikeve. Vê sibehê me dît ku ya li vir doza siyasî ya dîktatorekê ye. Rêz ji mafê parastinê yên parêzeran re nîne. Li nava eywanê polîs û leşker hebûn. Li eywanê ji derveyî yên bên parastin bikin û yên tên sûcdarkirin polîs û leşker piranî bûn. Di wê baweriyê de ne ku encama dozê hemû girtî bên azadkirin.

Brando Benîfeî: Em bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de ne. Em li ber rejîma dîktator a Erdogan radiwestin. Em li Parlementoya Ewropayê tim li ser pêkanînên antîdemokratîk ên Tirkiye û zextên li ser HDP’ê nîqaş dikin. Me dît ku li vir rêz ji parêzeran re nagirin. Divê Tirkiye û Ewropa bi hev re tevger bikin, divê ne li ser xeta Erdogan xêz kirî bimeşin. Tam ji bo vê ne tenê îro ji bo piştevaniya bi HDP’ê re divê tim divê di pêşerojê de jî piştgiriyê bidinê. Em tim li gel HDP’ê ne, heta dawî em ê dozê bişopînin.

Anna Mîranda: Em bi HDP’ê re partiya xwişk-bran e. Li Parlemetoya Ewropayê me diyar kir ku HDP li Tirkiyeyê partiyeke siyasî ye, li dijî rejîma Erdogan mafê wan parast. Divê rêz ji mafê partiyê re bê girtin. Îro me şahidî ji şanoyeke ku ji bo nerewakirina HDP’ê û îlegalîzekirina wê nîşan bide re kir.Em rê nadin vê. Em ne li Yekîtiya Ewropa û ne jî li cîhanê rê didin vê yekê.

Erîc Coqûerel: Ji bo piştevanîkirina bi HDP’ê re hatime vir. Rejîm niha li vir darazê weke amûrekê bikar tîne. Ji bo di vê pêvajoyê de bibin nîşandan ku li gel HDP’ê di nava piştevaniyê de ne li vir in. Îro li eywana dadgehê ji bo 300 polîsan cih hatibû veqetandin, lê cih ji bo parêzerên HDP’ê tinebû, cih nehatibû veqetandin. Em dizanin ev yek ji bo astengkirina HDP’ê bû. Em dizanin ku darezandina HDP’ê ji bo piştevanîkirina bi Kobanê re ye. Em dizanin ku Kurdên li Kobanê li dijî cîhadîstên DAÎŞ2ê şer kirin. Ji bo vê divê hikûmeta Fransa bêdeng nemîne. Dema vegeriyam Fransa ez ê ji Wezîrareta Karê Hundir ji bo çi bêdeng bûne, randawiyek bixwazim. Ji Serokê Meclîsê rendawiyek bixwazim. Ezê ji wan bipirsim çima li hember bêmafiya li Kurdan tên kirin bêdeng in.”

macîej Konîeczny: A me îro li vir dît ne darezandineke bi adilane bû. Ji bo polîs û leşkeran cih hebûn, lê ji bo parêzeran nebû. Dadgerek xwe bêalî neda nîşandan li pêş berî me bû. Darezandineke ne bi aqil bû. Dozeke ku HDP’ê sûcdar dikir û dixwest darezîne hebû. Yekbûyên demokrasî yên Tirkiye dihatin darezandin. Tiştên ku îro me bi çavê xwe dîtî, girînge ku hemû cîhan bizane. Ji bo wê piştevaniya HDP’ê dikin. Ji bo piştgirya HDP’ê, Kurdan û welatiyên Komara Tirkiye bikin, li vir in. Em ê vê ji bo welatên din jî bêjin.

Marta Rosîqûe: Îro me vekirî dît ku bê ka dozek siyasî çawa tê kirin. Divê ev doz qet nehatiba vekirin. Sedemê vê dozê ew e ku krîmînalîzekirina HDP’ê û Kurdan a li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye. Dema doz destpê kir parêzer ne li ewwanê bûn. Dema ku îdîaname dihate xwendin jî ne li salonê bûn. Wergera yên Kurdî diaxivîn baş nehatin kirin. Di heman demê de yên bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê jî bûn dîmen xweş nebûn. Îro ji bo zextên li HDP’ê têkirin şermezar bikin û piştgiya xwe bidin HDP’ê li vir bûn.

Eulalîa Regûant: Em baş dizanin ku dozên siyasî çi ne. Em dizanin ku HDP ji ber dozeke siyasî tê darezadin. Ji ber ku em jî ji ber dozeke siyasî tên darezandin, ji bo wê piştgirî didin tevgera Kurd.

Oîhana etxebarîeta Legrand: Divê em tim hev biparêzin. HDP femînîzim û sosyalîzmê diparêze, ji ber ku em jî vê diparêzin li vir in. Tirkiye di carkê de ji Peymana Stenbolê vekişiya û ev jî ji pêşiya tundiya li jinan û LGBT bigire hebû.

Jean-Chrîstopha Sellîn: Îro du tişt dihate darezandin; Gelê Kobanê yên li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe didan, polîtîkaya HDP’ê bû. Şerê li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê hate kirin şerekî dîrokî bû. Heman demê ev şerê dîrokî serketina jinan jî bû. Li dijî DAÎŞ’ê û cîhadîstan serfiraziya femînîzman bû. Îro êrîşên li ser HDP’ê girîngiyeke dîrokî hebû, nimûneyeke dîrokî nîşan da. Ji ber ku HDP dengê hemû welatiyên li Tirkiyeyê ye, xwedî li pirsgirêkên wan derdikeve ji bo wê tifaqa AKP-MHP’ê êrîşî wan dike.

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy: Spasiya heyeta xwe dikin. Ji cihên cuda yên cîhanê hatine, hemû jî dizanin ku zext li ser HDP’ê heye, ji bo piştevaniyê hatine vir.

Ji welatên cuda 11 heyetên biyanî tevlî rûniştinê bûn. Yên ku rûniştinê dişopînin wiha ne:

Marta Rosique -Partiya Çep a Komarger a Katalonyayê, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Navneteweyî ya Max Zanartu-Barselona, Eulàlia Reguant-Parlamenterê Meclîsa Katalan, Oihana Etxebarrieta Legrand-Bask BILDU, Francois Alfonsi-AP Endamê Koordînasyona Koma Dostaniya Kurdan / Greens/EFA Parlamenter, Ana Miranda-Parlamentera Koma EFA ya Parlamenta Ewropayê, Jean-Christophe Sellin - Hevkoordînatorê Partiya Çep a Fransayê û Endamê Meclîsa Herêmî, Eric Coquerel - Endamê Meclîsa Neteweyî ya Partiya Fransa ya Serînatewîne, Emilie Marche-Endama Meclîsa Neteweyî ya Partiya Fransa Serînatewîne, Brando Benifei-Parlamenterê Koma Demokratan û Sosyalîstan a Parlamenta Ewropayê, Evin İncir-Parlamentera Koma Demokratan a Parlamenta Ewropayê,Macîej Konîecny- Endamê Meclîs, Razem Polonya, Eva Ampazî- Ji hevparên Enternasyonalîstên Pêşverû ya Yewnanistan, Partiya MeRA25 û Partiya Çep a Polonya, Davîd Adler Koornînatorê Giştî ya Enternasyonalîstên Pêşverû, Chantal Morel Vûllîer(AIAK-France) Komeleya Dostên Kurd a Fransa, û Mîchel Lemoîne(AIAK-France) Komeleya Dostên Kurd a Fransa.”