Hewldanên Berlînê yên ji bo krîmînalîzekirina greva birçîbûnê

Wezareta Karên Hundir bersiv da pirsên Partiya Çep ên li ser grevên birçîbûnê yên li Strasbourgê û hewl da krîmînalîze bike.

Bi navê berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê Hevserokê KCD'ê Yuksel Koç ji Serokkomarê Elmanyayê Franz-Walter Steinmeier, Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrê Karên Derve Heiko Maas re nameyek şandibû. Piştre keça Yuksel Koç Dîlan Koç li ser bersiva hikumetê nameyeke nivîsandibû.

Koç a 19 salî bangeke wiha li hikumetê kiribû: "Eger hikumeta federal û çapemeniya Elman bi vî rengî bi xemsarî nêzî çalakgeran bibe wê mirov bimirin. Eger niha tiştekî nekin em ê, zarokên çalakgerên greva birçîbûnê li ber Meclîsa Federal çalakiya grûniştinê bikin."

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî mijar xist rojeva Meclîsa Federal û 27'ê Sibatê pirseke wiha li hikumetê kiribû: "Piştî bersiva ji nameya Dîlan Koç re hate dayin, hikumeta federal li ser çalakiya ku tê xwestin li ber Meclîsa Federal were kirin, çi difikire?"

'WÊ PÊWENDIYA XWE YA BI RÊXISTINÊN QEDEXEKIRÎ RE BÊ LÊKOLÎN'

Musteşarê Wezareta Karên Hundir Hans-Georg Engelke bersiv da pirsa parlamenter Gokay Akbûlût. Li gorî bersiva ku gihîşte ANF'ê musteşar li şûna ku bersivê bide hişyariya Dîlan Koç a li ser tenduristiya bavê xwe û çalakgerên din ên greva birçîbûnê, bersiveke wiha da: "Hikumeta federal çalakiya ku tê plankirin not kir. Eger pêwendiya xwe bi rêxistinên qedexekirî hebe, wê nirxandina wê ji wezaretên karên hundir re bê hiştin."

Parlamenter Gokay Akbûlût nerazîbûn nîşanî vê hewldana krîmînalîzekirinê da û got, "Xuya ye hikumet ji pirsên min ên li ser çalakiya greva birçîbûnê aciz dibe û bersivên bi wî rengî vala dide. Dixwaze ku pêşî li min bigire ku pirsên din nekim." Parlamenter Gokay Akbûlût diyar kir wê hewldanên xwe yên bi heman rengî bidomîne.