Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr: HDP ji bo gelên bindest roniya hêviyê ye

Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr diyar kir ku HDP li Tirkiyeyê ji bo gelên bindest roniya hêviyê ye.

Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr derbarê deklarasyona HDP’ê ji ANF’ê re axivî.

Ûgûr derbarê deklarasyonê got ku “Tirkiye êdî ketiye serdemeke nû ya ku em jê re dibêjin konjoktura 2023’an. Ev ji bo bloka faşîst a AKP û MHP’ê ya ku dixwaze li Tirkiyeyê faşîzmê ava bike jî qonaxeke krîtîk e. A niha deriyê firsenda hilweşandina desthilatdariya AKP’ê hatiye vekirin. HDP di serî de hemû sosyalîst û hêzên demokrasiyê salên dirêj, ji hilbijartina Hezîrana 2015’an û vir ve berdêlên giran dan û hatin îro. Serdema li pêş me, ne serdemeke normal e. Şertên giran ê îktîsadî, hilweşandina giran a ekolojîk û encamên siyasî yên giran di vê pêvajoya krîzê de heye. Di heman demê de em ketine qonaxeke wisa ku çareserî dikare ji van tiştan re were dîtin. Partiya me belgeya xwe ya helwestê eşkere kir. HDP li Tirkiyeyê xwedî siyaseta demokratîk e. HDP di nav civaka Tirkiyeyê de, li Kurdistanê û di nav gelê Kurd de hêzeke girîng a siyasî ye. Her kes dibîne ku HDP bi operasyonên siyasî û bi zextên dewletê nayê tunekirin.  HDP’ê di belgeya xwe ya helwestê de diyar kiriye ku gelên bindest ên li Tirkiyeyê di serî de daxwazên sereke yên hemû nasname, çîn û avadaniyên çandî yên alîgirên demokrasî, wekhevî û edaletê rêz kiriye.  Ya duyemîn jî careke din di hilbijartina 31’ê Adarê de hatiye dîtin. Di deklarasyone de tifaqa gelan tê pêşniyazkirin. Ne tifaqa Millet û Cûmhûr, ji bo avakirina eniyeke sêyemîn ji bo di çarçoveya rêya parlementeriyê tifaqeke gel tê avakirin. HDP li parlementoyê wê temsîliyeke wisa ava bike ku her kes wê qebûl bike. Di hilbijartina pêş de em ê vî tiştî bibînin.”

HDP RONIYA HÊVIYÊ YE

Ûgûr diyar kir ku rejîma serokbûnê li Tirkiyeyê meseleyeke girîng e û got “HDP’ê di belgeya xwe de diyar kiriye ku ew dixwazin doza Kurdan çareser bikin. Ji bo vekirina rêyên muzakere û çareseriyê ji xeynî bloka desthilatdariyê, ji bo avakirina alternatîfeke demokratîk, em bang li hemû civak û partiyên siyasî dikin. Em partiyeke siyasî ya wisa ne ku em berdevk û temsîlkarên gelên bindest û hêzên demokrasiyê ne. Di nav sînorên prensîbê me de, em dikarin bi avadaniyên din ên siyasî re rûnên. Ji bo ku civak bi ser xwe ve were û em ji vê kabûsê rizgar bibin, HDP roniyeke hêviyê ye.”