Hevserokê Giştî yê SPD'ê Klîngbeîl serdana HDP'ê kir

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD) Lars Klîngbeîl serdana HDP'ê kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD), li navenda giştî ya HDP'ê serdana Hevserokê Giştî Mîthat Sancar kir. Herdu hevserokan piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.

Klîngbeîl got, "Weke Serokê SPD'ê bi rengekî eşkere tînim ser ziman ku em ê roj û hefteyên bê pêvajoyê bişopînin. Me dît ku zext li ser parlamenterên HDP'ê û partiyên din hene. Em dibînin ku mafê destnedana parlamenteriyê yê wekîlên HDP'ê têne rakirin. Nayê qebûlkirin ku hevrikên siyasî û kesên bi rengekî cuda difikirin bi vî rengî li derveyî siyasetê bêne hiştin. Ne ya qebûlkirinê ye ku şaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin, ji wezîfeyê bêne dûrxistin û bêne girtin. Me eşkere kir ku em ê bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve bişopînin û nêrîna xwe ya siyasî bînin ziman. Nabe ku pîvanên dewleta hiqûqê ji holê bê rakirin."

Sancar jî got, "Tirkiye di pêvajoyeke gelekî krîtîk de ye, hilbijartin li pêşiya me ye. Berpirsyarê hilweşîna di dema erdhejê de desthialtdariya siyasî û ev pergal bi xwe ye. Piştevaniya hêzên demokrasiyê gelekî girîng e."

Sancar ji bo pirsa li ser azadiya çapemeniyê got, "Piştî 14'ê Gulanê ev sîstem wê biguhere, çapemenî wê azad bibe."