Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê girtî banga piştgiriyê kir

Hevserokê Komeleya Rojnamevan a Dîcle û Firatê Serdat Altan ê ku çend roj berê hatibû girtin, nameyek şand û banga piştgiriyê kir û got “Divê dengê me xurtî derkeve.”

Di 8’ê hezîranê çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin destgîrkirin. Piştî destgîrkirina 8 rojan derxistin edliyeyê û 16 rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Yek ji rojnamegerên hatiye girtin jî Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bû. Altan, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Di nameya xwe de Altan girtina rojnamegeran weke mîzansenekê pênase kir û wiha got: “Pevbestînerê vê mîzansenê xwediyên desthilatdariyê, senarîstê wê hêzên ewlekariyê yên di bin fermana Wezareta Karên Hundir de û derhênerê wê jî raste rast dozger bû.” 

Di berdewamiya nameya xwe de Altan ev tişt anîn ziman: 

“Em bi awayekî derqanûnî demekî dirêj di nezaretê de man. Piştî lêpirsîna dozger û dadger ku raste rast mîzansenek bû jî hatin girtin û şandin girtîgehê. Hêjayî bibîrxistinê ye; roja ku em hatin destgîrkirin, salvegera qetilkirina rojnamegerê kurd Hafiz Akdemîr bû ku di sala 1992’yan de ji hêla hêzên tarî ve hate qetilkirin. Zîhniyeta ku duh hevalê me li naverasta kolanê qetil kir, îro hewl dide bi girtinê me bêdeng bike. 

 JI BER NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ EM HATIN GIRTIN

Di esasê xwe de tevahiya raya giştî û desthilatdariya ku em xistin nava çar dîwaran jî paş pê dizane ku em rojnameger in û ji ber ku me mafê agahîgirtinê yê gel diparast û heqîqet dinivîsand lewma hatin girtin. Heke em mijarê bi vî rengî bigirin dest, wê demê dê baştir bibînin bê ka welat di rewşeke çawa de ye. Mafê fikr û azadiyê di tu serdeman bi qasî niha nehatiye binpêkirin. Niha zêdetirî 60 rojnameger girtî ne û di dema rastiyeke wiha de 16 rojnamegerên din jî li wê hejmarê zêde kirin. Ev yek rewş nîşan dide bê ka ew pirsgirêka em qala wê dikin çiqas mezin e. 

Dema me dest bi nameya xwe kir me got ku girtina me mîzansenek e. Pevbestînerê vê mîzansenê xwediyên desthilatdariyê, senarîstê wê hêzên ewlekariyê yên di bin fermana Wezareta Karên Hundir û derhênerê wê jî raste rast dozger bû. Mixabin dadgerê lêpirsînê nekarî ji fîgûrantiyê derkeve. Pir aşkera ye ku dixwazin me bêdeng bikin û ji qadê qut bikin. Lewma yên ku di vê dosyayê tên darizandin ne em lê rojnamegerî ye. 

EM BI GIRTINÊ BÊDENG NABIN

Tevî van qewimînan jî hem em û hem jî hemû hempîşeyên me yên birûmet ên ku meşa xwe ya ber bi heqîqetê ve didomînin dê dev ji nivîsandin, xêzkirin, vegotin û nîşandana rastiyê bernedin. Yên ku dibêjin bi girtinê dê me bêdeng bikin, xwe dixapînin. 

Bi vê wesîleyê em dîsa spasiya hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên çapemeniyên yên neteweyî û navneteweyî, saziyên civaka sivîl û gelê xwe yên ku di nava van 10 rojan de em tenê nehiştin û banga ‘em ê bêdeng nemînin’ dikin. Her wiha em gelek spasiya parêzerên xwe dikin ku hem di dema destgîrkirinê de û hem jî di dema lêpirsînê de yek kêliyê jî em bi tenê nehiştin. 

Ji bo ku em vî dengê bilind bûyî hîn xurttir bikikn, divê em bi azweriyeke mezintir bixebitin. Ji ber ku piştevanî mezin dike. Ez dîsa hemû kesî silav dikim.” 

16 ROJNAMEVAN HATIBÛN GIRTIN

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn destgîrkirin û piştre sewqî Dadgeha Cezayên Silhê ya Nobedar a Amedê hatibûn kirin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.