Hevserokê DBP'ê yê Wanê: Li girtîgehan êşkence sîstematîk bûye

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Çetîn Uyar got li girtîgehan êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên ketine grêva birçîbûnê bûye sîstematîk.

Grêva birçîbûnê ya ji bo ku tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe hatî destpêkirin ev 288 roj in didome. Li gel hemû zextan jî girtiyên siyasî berxwedaniya xwe didomînin. Heta niha hikûmeta Tirk ji bo ku daxwaza girtiyan bi cih bîne ti gav neavêtiye. Dewleta Tirk nahêle ku malbat û parêzer Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Çetîn Uyar got, ''Ev 22 sal in li Imraliyê li ser Rêzdar Abdullah Oclan tecrîd didome. Ji sala 2015'an ve nikare malbat û parêzerên xwe bibîn.e Ji ber pandemiyê em ji tendiristiya Rêzdar Abdullah Ocalan bi fikar in. Em gelê Wanê û DBP bang dikin ku demildest hevdîtin bibin.''

Uyar girêva birçîbûnê bi bîr xist û got, ''Li girtîgehan bi hezaran hevalên me ketine grêva birçîbûnê. Partiya me gelek caran got, em niha jî dibêjin. Em tecrîdê şermezar dikin. Tecrîd demildest divê were rakirin. Divê Wezareta Dadê ya Tirk bihiryar be.''

Uyar her wiha diyar kir li ser girtiyên siyasî yên berxweder zex zêde dibin û got, ''Hevalên me yên nexweş ku ev 288 roj in di grêva birçîbûnê de nikarin biçin doktor. Ji ber li nexweşsanê girtiyan 14 rojan bi tena serê xwe têne hiştin. Nameyên Kurdî nadin wan, bi hurgilî ser wan seh dikin .Li girtîgehan tecrîd li nav tecrîdê tê danîn. Zext giran in. Em dîsa dibêjin, bila tecrîda were rakirin û çareserî were dîtin.''