Hevserokê ÎHD'ê: Tirkiye zorê li sînorên hiqûqê dike

Hevserokê ÎHD'ê Turkdogan anî ziman divê Tirkiye rêziknameya cezayê girankirî yê hetahetayê biguherîne, got: ''pêkanînên mafan binpê dike dijî distûrê ne. Dema ku mijar dibe Abdullah Ocalan û Girtîgeha Imraliyê mixabin saziyên darazê xwe giran dike."

Turdogan diyar kir rêziknameya têkilî cezayên girtîgehê yê hetahetayê (miebet) yê girankirî ên li girtîgehên Tirkiyê  divê were guhertin û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev mijar anîne rojeva xwe. Turkdogan bi bîr xist li Tirkiyê bi hezaran kes cezayê girtîgeha hetahetayê standinê, devlet zor li sînorên hiqûqê dike.

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan a ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ji bo bicihanîna biryara DMME'yê ya têkilî cezayê hetahetayê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Emîn Gurban hatî birîn axivî.

Turkdogan diyar kir 29'ê Tîrmehê wan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dane û got,''Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), di gelek biryarên xwe de û di çar biryarên xwe de yên têkilî Tirkiyê, qebûl nake ku înfaza kesên ku cezayê hetahetayê xwarin, heta mirinê ev cezayê were înfazkirin. Vê li dijî Xala 3'yan a peymanê dibîne û diyar dike divê demeke ku ev mirov werin berdan were diyarkirin. Lê Tirkiyê hê jî ev biryar bi cih neaniye. Me rêxistinên civaka sivîl jî ji bo ku biryarên DMME'yê bi cih were me serlêdana ku em jê re 'Rêgez 9' dibêjin, li Konseya wezîran kir. Tirkiye bersiv da serlêdana me, bêhtir behsa şertên girtîgeha Imraliyê, behsa lêkolînên CPT'yê dike. Têkilî mijara sereke ti bersiv nîne. Em vê ne xweş dibînin. Divê rêzikanameya têkilî kesên ku cezayê hetahetayê standine were guherandin. Komîteya Wezîran ev mijar daye ber xwe û lê hûr dibe.''

Turkdogan bi berdewamî got, ''Tirkiye berpiryariyên xwe yên li Konseya Ewropayê bi cih nayîne. Em jî dixwazin ku ev berpirsyarî werin bicihanîn. Ev daxwaz ne ku tenê çar kesan têkildar dikin, niha li Tirkiyê bi hezaran kes cezayê hetahetayê li wan hatiye birîn û aqûbeta van mirovan ne diyar e.  Ev meseleyeke cidi ye. Tirkiye di demeke kurt de divê vê rejîma înfazê bîne rojeva xwe û halekî mirovî bidiyê.''

Turkdogan diyar kir nayê hiştina ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê Hayatî Kaytan, Emîn Guran, Civan Boltan parêzer û malbata xwe bibînin û got, ''Abdullah Ocalan û sê kesên ku din ku li giravê têne girtin, ev ji 3 salên zêdetir e nikarin parêzer û malbata xwe bibînin. Me ev mijara gelek caran bire Wezareta Dadê. Li Tirkiyê hlbet sazî hene ku dikarin serdan Girtîgeha Imraliyê bikin.  Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê, saziya Mafê Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyê dikare serdanê bike. Lê naçin, nayê hiştin ku parêzer hevdîtinan bikin, cezayê disîplînê dikin hincet. Dibêjim dikin hincet, ji ber ku di rewşeke wiha de ku qet hûn nikarin parêzerê xwe bibînin, bi kîjan hincetê dikarin bidin pêş, ku dîsa cezayê disîplînê didin û dibêjin hûn nikarin parêzerê xwe bibînin. Li Tirkiyê bi rastî jî hin gav hene ku zor li sînorê hiqûqê dikin. Ne mimkûn e ku ev were qebûlkirin. Gavên ku ti mirov ji mafan bêpar dikin dijî destûrê ne. Dema ku mijar Abdullah Ocalan û girtîgeha Imraliyê be mixabin saziyên darazê xwe giran dikin.''