Hevseroka HDP’ê ya Datçayê Hulya Ogûz jiyana xwe ji dest da

Hevseroka HDP’ê ya Datçayê Hulya Ogûz, ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Datçayê Hulya Ogûz, ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hulya Ogûzê ku 6 meh bûn li Stenbolê tedawî dibû, wê vê êvarê bibin navçeya Datça ya Mûglayê û li Goristana Yakakoy a navçeyê were veşartin.

Rêxistina HDP’ê ya Datçayê, ev nivîs li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir:

‘’Em, bi jidestdayîna Hulya Ogûz re pir xemgîn in. 26’ê Adarê roja Yekşemê em ê civîna bibîranînê li navenda HDP’ê ya navçeyê çebikin û wê li Goristana Yakakoyê veşêrin.’’

Hulya Ogûz ku bi salan ji bo azadiyê têkoşiya, ji sala 2017’an heta niha rêveberî û hevserokatiya HDP’ê ya navçeyê dikir.