Hevseroka Giştî ya SES'ê Atabey hat girtin

Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin.

Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) Selma Atabey jî di nav de rûniştina 2'yan a doza 8 rêveberên SES'ê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propgandaya rêxistinê kirin" tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê hat lidarxistin.

Ji Federasyona Sendîkayên xizmeta Cemaweriyê ya Ewropayê (EPSU) komek nûner, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz, rêveberên HDP'ê ya Enqereyê, Hevserokên Giştî yên Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û nûnerên wê û nûnerên sendîkayên girêdayî KESK'ê jî di nav de gelek rêxistinên demokratîk û kes tevlê rûniştinê bûn.

Dihat payîn di rûniştinê de şahidên dosyayê bên guhdarkirin, lê dadgehê şahid neanîn rûniştinê. Di rûniştinê de sendîkavan û parêzerên wan axivîn. Piştî îfadeyan heyeta dadgehê biryara domandina girtina Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Gonul Erdenê û girtina Seroka Giştî ya SES'ê Gonul Atabeyê da.

Dadgehê rûniştinê taloqî 3'yê Cotmehê kir.

Atabey ji ber hin sedeman tevlê rûniştinê nebûbû, lê piştî ku di derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn hat girtin.

Di 25'ê Gulana 2021'ê de bi biryara Serodzgeriya Komarê ya Enqereyê Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Gonul Erden jî di nav de rêvebirên SES'ê Fîkret Çagalan, Belkis Yûrtsever, Rona Temellî, Bedriye Yorgûn, Erdal Tûran û Ramazan Taş hatibûn destgîrkirin. Piştî 8 rojên endam û rêvebirên SES'ê di 1'ê Hezîranê de bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Paşê Hevseroka Giştî ay SES'ê ya berê Gonul Erden cardin hatibû destgîrkirin û di 22'yê Îlonê de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Jinan a Sîncanê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêprisîn temam kiribû di derbarê 8 endamên SES'ê de îdianameyeke 305 rûpelî amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê jî ew qebûl kiribû. Rûniştina destpêkê di 6'ê Nîsanê de hatibû lidarxistin.